Ji heman biryarê 2 kes hatin berdan lê Akademîsyen Fusun Ustel hêj girtî ye 2019-06-26 09:13:24 DÎLOK –  Akademîsyena Aştiyê Prof. Dr. Fusun Ustel li gel biryara dadgehê hêj nehatiye berdan. Li aliyê din ji heman biryarê 2 kesên din serbest hatin berdan. Prz. Adnan Erol, diyar kir ku rejîma înfazê heye û ev rejîm li gorî kesan û herêman tê guhertin.  Heta niha gelek akademîsyen û siyasetmedar ji ber aştî xwestin û daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman hatin binçavkirin girtin û der barê wan doz hat vekirin. Dîsa li wan ceza hat birîn. Bi sedan akademîsyenên deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sucî" doz li wan hat vekirin û hatin girtin. Yek ji van kesan Akademîsyen Prof. Dr. Fusun Ustel e. Ustel, ku bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin rastî 1 sal û 3 meh ceza hat û niha li Girtîgeha Jinan a Eskîşehîrê ye. Parêzeran di 21'ê Gulanê de li 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Eskîşehîrê îtîraz kiribû û Ustel sewqî girtîgeha servekirî kiribûn. Li ser îtiraza Dozger, 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskişehirê biryar xera kir û biryar da ku Fusun Ustel li girtîgeha girtî girtina wê berdewam bike. Parêzerê C.B. û E.G. yên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê girtî Adnan Erol, diyar kir ku muwekilê wî û  Fusun Ustel di heman demê de û ji heman dosyayê hatin girtin û wiha got: "Muvekkilên min bi venêrtinê hatin berdan. Divê ev biryar ji bo Ustel a li Girtîgeha Eskîşehîrê jî mînak be. Îtîraza li Dadgeha Înfazê ya Dîlokê hat qebûlkirin. Lê ya li Eskîşehîrê red kirin. C.B. bi îdîaya "Propaganda rêxistinê 1 sal û 6 meh, E.G.  jî bi heman sûcdariyê 1 sal û 3 meh ceza xwaribû. Muwekilên min li girtîgeha girtî nêzî 70 rojan û li girtîgeha vekirî jî 4 rojan man. Piştî vê yekê Hekîmtiya Înfazê ya Dîlokê biryara berdanê dan. Muwekilên min di 17'ê Hezîranê de hatin berdan. Divê ev biryar ji bo Ustel jî mînak bê nîşandan. Lê Parêzeran di 21'ê Gulanê de li 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Eskîşehîrê îtîraz kiribû û Ustel sewqî girtîgeha servekirî kiribûn. Li ser îtiraza Dozger, 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskişehirê biryar xera kir û biryar da ku Fusun Ustel li girtîgeha girtî girtina wê berdewam bike. Rejîma înfazê heye û ev rejîm li gorî kesan û herêman tê guhertin. Divê ve biryarê ji bo mamoste Fusun Ustel jî têxin meriyetê."