Polîsan sîxurtî lê ferz kir: Em nabêjin neçe HDP’ê, lê alîkariya me bike 2017-11-21 09:05:59 STENBOL – Rifat Arslan ku piştî 10 salan şûnde ji girtîgehê derket, diyar kir ku polîs tim wî nerihet dikin û sîxurtiyê lê ferz dikin. Arslan got ku polis jê re wiha dibêjin: “Tu dikarî biçî DBP û HDP’ê. Em nabêjin neçe, lê alîkariya me bike.”  Welatiyê bi navê Rifat Arslan, ku di sala 2006’an de hat girtin, 10 salan di girtîgehê de ma. Piştî di sala 2016’an de hat tehliyekirin, jiyana xwe li Taxa Gaziyê ya Sûltangaziya Stenbolê didomîne. Demek berê Qereqola Gaziyê bi riya telefonê li malbatê digere û ji malbatê dixwaze ku Arslan ji bo îfadeyekê bê qereqolê. Li ser vê yekê Arslan tevî parêzerê xwe diçe qereqolê. Lê qereqol jê re dibêje “me gazî te nekiriye”. Paşê Arslan ji bo karê înşaatê diçe Amedê, lê di 28’ê Îlona 2017’an de dema li navçeya navendî Rezanê digere, 3 polîs ber bi wî ve tên. Polîs wî dikişînin quncikekî û sîxurtiyê lê ferz dikin.    POLÎS: ME 10 SALAN GIRT, EM Ê 20 SALÊN DIN JÎ BIGIRIN    Arskan, diyar kir ku polîsan jê re gotiye “Em dizanin tu çi dikî. Tu 10 salan di girtîgehê de mayî. Êdî dewlet ne dewleta berê ye. Tu dikarî biçî DBP û HDP’ê. Em nabêjin neçe, lê alîkariya me bike.” Arslan wiha domand: “Min ji polîsan re got tiştekî ku ez alîkariya we bikim tune ye. Heke kirariyek hebe bikin an jê min berdin.” Arslan diyar kir ku paşê wî berdane, lê piştî vê bûyerê mehek şûnde, 29’ê Cotmehê, dema ew li navçeya Rezanê li mala hevalekî xwe bûye polîsan avêtiye ser malê û hatiye binçavkirin. Arslan ev tişt gotin: “Min birin Muduriyeta Polîsan a Amedê. Li wir dema di bin çavan de bûm, her sê polîsên ku carekê riya min girtibûn hatin. Ji min re gotin ‘tu bi xêr hatî’. Min jî got ‘qet ne bi xêr’. Li ser vê ji min re gotin ‘Me 10 salan te girt, em ê 20 salên din jî te bigirin. Ji ber vê ji bo me bixebite.’ Li wir min got ‘tiştekî ku ez alîkariya we bikim tune ye’û min her tişt red kirin.”   'WÊ ÎSTIXBARAT BI TE RE HEVDÎTINÊ ÇÊ BIKE’    Arslan, got ku ew 3 rojan li emniyetê maye û bêyî ku wî sewqî dozgeriyê bikin ew berdane. Arslan, diyar kir ku paşê wî dev ji karê xwe yê li Amedê berdaye û çûye Stenbolê, lê li wir jî dema di 16’ê Mijdarê de ji bo pêşwaziya mêvanekî xwe yê ji Amedê hat bike diçe Balafirgeha Ataturk û li wir di lêpirsîna GBT’yê de bi hinceta ‘qaçaxê leşkeriyê’ ye wî dibin noqteya polîsan. Arslan wiha domand: “Li vir min ji polîsan pirsî ka ji bo çi wî didin sekinandin. Polîsan got ‘Wê îstixbaratvan bên û bi te re hevdîtinên çê bikin’. Min ev tişt red kir, lê dîsa jî min dan sekinandin. Qederekê şûnde polîsên îstixbaratê hatin. Ji min re gotin ‘Em te nas dikin. Biner niha binçavkirina te jî ji bo te firsendek e. Ji ber vê alîkariya me bike.’ Min ji wan re got, madem hatime binçavkirin diviya hûn min bibin şaxa leşkeriyê. Li ser vê heqaret li min kirin.” Arslan got ku li ser vê liv û tevgera polîsan wî xwestiye bi parêzerê xwe re hevdîtinê çê bike, lê belê heqaretên giran li wî û parêzerên wî kirine. Arslan, anî ziman ku 6 saetan li balafirgehê hatiye sekinandin û paşê bêyî ku wî bibin şaxa leşkeriyê hatiye berdan.    Arslan, diyar kir ku piştî hatiye berdan wî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daye û giliyê polîsan kiriye.