Dozger îtîrazî biryara berata Doza Panzêrê kir 2019-06-26 08:51:49 ŞIRNEX – Dozgerê dosyeya Doza Panzêrê ya Silopî ku du birayên hev panzêr li wan qelibî û jiyana xwe ji dest dan îtîrazî biryara beratê ya bersûcan kir.  Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 3’yê gulana 2017’an de pol3is Omer Yegît ê li ser fermana amirê polîsan Murat Maden hatibû wezîfedarkirin li Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev qeliband û ew kuştin. Danişîna biryara doza derbarê her du polîsan de roja 19’ê hezîranê hat dîtin. Dadgeha Cizîrê derbarê polîsan de biryara beratê da. Dozgerê dosyeyê li dijî biryara dadgeh derket û îtîrazî biryara beratê kir.    Parêzerên malbata Yildirim jî li dijî biryarê serî li dadgeha îstînafê dan.