Li Amedê pevçûneke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn 2019-06-25 19:05:24 AMED - Li Amedê li kargehekê du kom pev ketin. Di pevketinê de çek hatin bikaranîn. Sedat Aydin mir, Gunduz Taş jî birîndar bû.    Li Yenîşehîr a Amedê li Kuçeya 4'an a Kolana Lîseyê li kargehekê, di şerê çekdarî de kesê bi navê Sedat Aydin mir, Gunduz Taş jî bi giranî birîndar bû. Li gor agahiyên bi dest ketin, ji ber deynan Sedat Aydin û Gunduz Taş û 2 kesên din pev ketine. Hat ragihandin ku 2 kes hatine binçavkirin.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. iyaye û ketiye avahiyekê.