4 parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel girtin 2019-06-25 19:02:45   STENBOL - Dadgehê parêzeren Buroya  Hiqûqê ya Gel Ebru Tîmtîk, Gorkem Agdede, Nadîde Ozdemîr û Ayşegul Çagatay girtin.    Polîsan di 20'ê Hezîranê de bi ser Buroya Hiqûqê ya Gel de girt. Polîsn de serdegirtina buroyê de parêzer Ebru Tîmtîk, Gorkem Agdede, Nadîde Ozdemîr, Ayşegul Çagatay û mêvanê li buroyê Ozhan Aslan binçav kirin. Parêzerên ku 5 rojan di bin çavan de man îro sewqî dadgehê kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya parêzeran girt, parêzer sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya parêzeran guhdar kir, Ebru Tîmtîk, Gorkem Agdede, Nadide Ozdemir û Ayşegul Çagatay girtin û şandin girtîgehê. Ozhan Aslan jî serbest berdan.