Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket 2019-06-25 16:22:47 DÊRSIM – Li Dersimê li şûna şewqe û telefona Engîn Eroglu yê şivaniyê dikir û winda bû şopên xwînê derketin holê û hat tespîtkirin ku ev xwîn aîdî Eroglu ye.     Li gundê Yaylagunu yê girêdayî navçeya Pulurê ya Dersimê di 15’ê hezîranê de Engîn Eroglu (28) yê pezê xwe diçêrand winda bû. Tevî hemû lêgerînan jî 11 roj in ji Eroglu tu agahî nehat girtin. Gellek komên rizgariyê ku ji bajarên din hatine li Çemê Munzurê xebatên lêgerînê didomînin.    TÊ GUMANKIRIN KU PEKIYAYE AVA MUNZURÊ    Tê gumankirin ku Eroglu deriyê bagaja kêlekê ya otobusa rêwiyan lê qelibî be û ketibe Çemê Munzurê. Di wê kêliya otobus lê diqelibe rêwiyek jî bi telefona xwe dîmenan dikişîne û Eroglu di vî dîmenî de derdikeve. Li cihê ku Eroglu di dîmen de tê dîtin lêkolîn hat kirin û li vir şewqe û telefona wî hat dîtin û her wiha rastî şopên xwînê jî hatin. Piştî dîtina vê xwînê ji bavê Eroglu, Îbrahîm Eroglu nimûneya xwînê hat girtin û ji bo tespîtê şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê.    XWÎN AÎDÎ EROGLU YE    Di testa DNA’yê de derket holê ku şopên xwînê hatine dîtin aîdî Engîn Eroglu ye. Birayê wî Ahmet Eroglu jî da zanîn ku şopên xwînê ên birayê wî ne û lê di mijara tespîta otobusê de hêj tu agahî bi dest nexistine.