‘Herî zêde jin di parastina dewletê de tên kuştin’ 2017-11-21 09:02:56 KOCAELÎ - Prof. Dr. Nîlay Etîler bal kişand ser peymanên navneteweyî ên li dijî şidetê û aşkera kir ku Tirkiyeyê jî îmzeya xwe avêtiye binê vê lê ev tenê li ser kaxiz maye û wiha got: "Gelenperiya kuştinên jinan, di parastina dewletê de diqewim. Dema serî serê mêran be, di qanûnên nivîskî kêr nayê." Prof. Dr. Nîlay Etîler û Prof. Dr. Aynur Ozugurlu yên bi Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin, sedemên zêdebûna kuştinên jinan vegotin.   Etîler destnîşan kir ku şideta li dijî jinê ne tenê li Tirkiyeyê, li gelenperiya cîhanê zêde bûye û wiha got: "Ev zêdebûn, ji ber hişmendiya mêr a serdest e. Li cihên ku hişmendiya mêr a serdest hebe, li wir şidet zêde ye." Etîler aşkera kir ku li gelek welatên cîhanê rêveberiya mêr serdest e; li Tirkiyeyê rewş cuda ye û wiha axivî: "Divê em wekî civak pêşî li şidetê bigirin. Divê ev sekna civakî dewlet bide nîşan; li Tirkiyeyê her ku diçe dewlet dikeve bin bandora muhafazakariyê û tişta dikev ser nake." Etîler bi bîr xist ku li qada cemaweriyê ya navneteweyî de gelek peynan hene û wiha pê de çû: "Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê malovanî kiriye heye. Hin mewzûat hene. Lê naxin meryetê. Şideta li dijî jinê hêj dewam bike, ev helwestek polîtîk e. Peymanên ku îmze kirine ji berjewendiyan wêdetir tiştek nîne."   ‘DIVÊ HÊZA KOLEKTÎF A JINAN HEBE’    Etîler anî ziman ku li Tirkiyeyê jinê davêjin plana duyemîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî çîn hatine kodkirin û li ku bixwazin jinê li wir hepis dikin. Em di axaftinên rayedarên dewletê de vê dibînin. Mewzûat tenê li ser kaxizan dimînin. Gelek kuştinên jinan di bin parastina dewletê de pêk tên. Dema hişmendî ya mêr be, qanûnên nivîskî kêr nayên. Divê jin xwe bi hêz bikin. Ev ne tenê xwe hêzkirina tekakesî ye, divê di warê kolektîfbûnê de xwe bi hêz bikin. Bi vê hêza kolektîf dikarin pêşî li hişmendiya serdest bigirin."   ‘AKP ŞIDETA LI DIJÎ JINÊ TEŞWÎQ DIKE’   Prof. Dr. Aynur Ozuruglu jî derbirî ku şideta li dijî jinê parçeyekî hemû civakên serdest e û li Tirkiyeyê jin demek dirêj e li dijî şidetê têkoşînê didin û ev tiş anî ziman: "Taybetmendiyeke AKP'ê ya divê cuda bê destgirtin heye. Dewleta şidetê ya mêr, ji hêlekê ve tewşîq û piştgiriya desthilatdariyê jî digire, di warê sazîbûn û çandê de şikestekê di zayendeke din de ava dike. Ji ber her cure sedemekê jî jin tên kuştin. Jin an jî zanendên ku nasnameyên wan cuda di warê zayendî de şikestekê dixwen. Nefreta vekirî rewa kirin û vê yekê bi rêya olê dikin, ev jî aliyekê xwe yê cuda dide nîşan."   Ozugurlu got ku “Bi taybetî di dema OHAL'ê de, li dijî nefreta li hemberî jinê pêk tê têkoşîn tê dayîn û ev tişt got: "Di serdemeke wiha de rayeya mer birînê dane muftiyan, ji hêlekê ve jî zarok bi tacîzkarên xwe re tên markirin, li dijî daxistina cezayên ku li kujerên jinan hatine birîn, têkoşîneke cidî tê meşandin."   ‘DIVÊ JIN LI KUÇEYA BIN’   Ozugurlu piştrast kir ku di serdema AKP'ê de şideta li dijî jinê zêde bûye û pergala heyî dixwazin li ser vê ava bikin û ev nirxandin kir: "Ji bo serdestiya rejîmeke totalîter jin tên kuştin. Ev rejîm di her warî de li dijî jinê ye, naxwaze jin bibe xwedî pîşe û di qadên bi ewle de bixebite. Bi îlankirina KHK'an re, cara ewil saziyên jinan hatin girtin. Bi KHK'an dixwazin jinan bê statu bihêlin. Di îxracan de jî bi zelalî tê dîtin ku ev şideteke dewletê ye. Jinên di şertên herî awarte de li ber xwe didin, divê wan dawetî kuçeyan bikin. Divê jin xwe bi rêxistin bikin."