Zeviyên Şengalê dişewitin 2019-06-25 16:21:57 ŞENGAL - Li gundê Domîs yê Şengalê  agir bi zeviyan ket û heta gundê Qabosî nêzî 15 kêlometre belav bû. Agirê bi zeviyan ketiye belav dibe.  Li Şengalê careke din agir bi zeviyên çandinî ket û qadek pir mezin şewitî. Li gundê Domîs yê Şengal carek din agir bi zeviyê çandî ket û heta gundê Qabosî nêzî 15 kêlometre şewitî. Hîn agir nehatiye kontrol kirin. Agir di saet 11.00'an de derket û ji ber ku gelek dijwar bû di nava saetê de nêzî 15 kîlometreyan şewitî. Hêzên Yekîneyên Berxwendana Şengalê, tîmên agirkujiyê, polîsên navxweyî hewarê çûn, lê ji ber ku agir bi hêz bû, hata niha agir nehatiye kontrol kirin. Gelek gorên bi komî yên Êzidiyan jî di wan deran hene. Der barê vê bûyerê  Qaymeqamê Şengal Fehed Hamid agahî da Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS'ê û got: "Îro seat 11:00'an de  bi rêya telefonê agahî ji min re hat ku agir derdora gundê Dumîs ketiye. Heta em gihîştinê agir gihîşt gundê Qabos. Eger wiha berdewam bike wê heta gundên Tilqesab, Hatimî û Koçî biçe. Hîn gelek dexlûdanê cotyaran li erdê maye. Derfetên me gelek kêm in. Li Şengalê yek agirkuj, tankerek avê ya Şengalê û polîsên Şengalê hewl didin ku agir vemirînin. Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku wesayîtên agirkujiyê li Şengalê zêde bikin. Ji ber ku şengal herêmek çandiyê ye."   Qaymeqamê Şengal Fehed Hamid diyar kir ku sedema şewatê nediyare û wiha got: "Niha 3  yan 4 mal li vir hene. Em nizanin niha derkevtin yan ne. Lê malên gundê Qabosî me xeber dan wan heta ku derkevin.  Em daxwaz ji xwediyên tankeran dikin ku bi tankerên xwe li gor derfetên xwe bên agir."