Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin 2019-06-25 15:41:33   AMED -  Baroya Amedê, nûçeyên derbarê kuştina Parêzer Armanç Arkaş ên di çepmeniyê de derketin derewandin û daxuya kirin ku dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin.   Baroya Amedê, derbarê Parêzer Armanç Arkaş ê di 22’yê Hezîranê de, li kafêyek navçeya Peyas a Amedê ket navbera du komên şer kirin û bi guleya ji çeka ji A.D. hat teqandin jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand.     Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Me derbarê kuştina hevalê de, ji jin sîteyên medyayê xwest ku nûçeyên bêbingeh û bêbelge ji siteyên xwe paşve bikêşin. Lê hin medyaya ev nû ji siteyên xwe paşve nekişandin. Emê derbarê van siteyan de serî li rêyên qanûnî bidin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, kesê hatibû binçavkirin, hat girtin. Ji bo rastiya vê bûyerê derbikeve holê hewldanên me dewam dikin. Em li bendê ne ku meqamên lêpirsînê bi rêve dibin jî, heman hewldanê nîşan bidin.”