Îmîr: Sedema mirinên Dîcleyê kanên qûmê ne 2019-06-25 14:33:20   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr bûyeran fetisandinê ku li Cizîrê di Çemê Dîcleyê de pêk tên, bir rojeva meclisê û diyar kir ku sedema herî girîng a fetisandinan, gerînekên kûr ku ji aliyê kanên qûmê ve hatine kolandinin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, bûyerên fetisandinê ku li Cizîrê di Çemê Dîcleyê de ji ber gerînekên kûr ên ku ji aliyê kanên qûmê ve hatine kolandin pêk tên, bir rojeva meclisê. Parlamenter Îmîr têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekîr Pakdemîrlî bibersivîne pêşnûmpirsek da Serokatiya Meclisê. Îmîr di pêşnûmepirsa xwe de bal kişand ser bûyerên fetisandinê û diyar kir ku ji ber gerînekên kûr ku ji aliyê kanên qûmê ve hatine kolandin her sal nêzî 10 zarok di çem de difetisin.    Îmîr di pêşnûmepirsa xwe ev pirs ji Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekîr Pakdemîrlî kir;   * Destpêk û dawiya kanên qûmê ku li qeraxê Çemê Dîcleyê hatine çêkirin bi singan hatiye diyarkirin? Sing li gorî şertên teknîkî hatine bicihkirin?    * Li gel ku sala borî jî me mijarê pirsî, wezareta we bersiv neda me û tu tevdîr negirtiye, sedema negirtina tevdîran çî ye?    * Piştî bidawîbûna dema destûrê, ji aliyê xwediyê kanan ve li qerexê çem sererastkirinên pêwîst tên kirin?   * Di xebatên kanên qûmê de ji kotaya talgevê ku hatiye diyarkirin berjêrtir çû ye?   * Xebatên ji bo careke din vegerandina xwezayê ya zenga ku ji ber girtin û seradkirina qûmê çêdibe, bi awayekî ku xesarê nede hawirdor û tenduristiyê mirovan hatine kirin?    * Bermayiyên dema xebatê bi awayekî ku xesarê nedin hawirdor û tenduristiya mirovan hatine berterafkirin?   * Ji aliyê wezareta we ve ji kanên qûmê re destûr hatiye dayîn? Heke hatibe dayîn di çarçoveya periyotên çawa de tê kontrolkirin?