Can Atalay: Gezî heviya azadî, edalet û wekheviya vî welatî ye 2019-06-25 14:32:51 STENBOL – Danişîna doza Gezî di roja 2'emîn de li Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî berdewam kir. Prz. Can Atalay, di danişînê de diyar kir ku Gezî biryara ku gel bi vîna xwe xwe bi rêve bibe ye û got: "Gezî, hêviya aştî, azadî, wekhevî û edaletê ya vî welatî ye."  Danişîna yekem a doza Parka Geziyê ya 2013’an karsaz Osman Kavala jî di nav de 2 jê girtî, 6 jê firar û bi giştî ku 16 kes tên darizandin di roja 2'emîn de li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê didome. Parlanmenter, rayedarên sefaletxaneyên welatên cuda û kesên cuda jî di navde bi sedan kes danişinê dişopînin. Danişînê bi parastina parêzerê bersûc Can Atalay dest pê kir. Atalay, diyar kir ku bi vê îdîanameyê tevgera herî bi rûmet a Tirkiye reş kirine û wiha got: "Ev îddianame berhema herî dawî ya îtîfaqa AKP-FETO ye. Bi vê îddianameya hatiye amadekirin nîşan dide ku Serdozgerê Komarê yê Stenbolê tiştekî ji Qanûna Bingehin fam nake. Dixwazin bîleta kuştina sewalan, talankirin û wêrankirina li 4 aliyê Tirkiye belav bû li me bibire û fatura wê têxin stuyê me. Der barê FETO de rapora ji 11 rûpelan pêk tê heye. Ev projeya Gezî li dijî plana Îmarê ye."    Atalay, da zanîn ku Gezî biryara ku gel bi vîna xwe xwe bi rêve bibe ye û got: "Gezî, hêviya aştî, azadî, wekhevî û edaletê ya vî welatî ye. Dixwazin yên mirovahiyê, av, hewa, axê û edaletê dixwazin bikin dijminên hev. Ev yek alamet-i farika ya Serdema AKP'ê ye. Gezî qada îtîrazê ye. Qada kesên ku ji bo parastina mafê xwe bike qada îtirazê ye. Heyvanên ked û Komara Tirkiye ye."