HDP’iyan malbata Îbrahîm Layik ziyaret kirin 2019-06-25 13:25:21   MÊRDÎN - Parlementerên HDP’ê Ebrû Gunay, Tûma Çelik û Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, malbata Îbrahîm Layik ê li Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê întîxar kir a li Nisêbînê ziyaret kirin.    Şandeyek ji parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrdînê Ebrû Gunay, Tûma Çelîk û rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê pêk tê, malbata Îbrahîm Layik ê hat îdîakirin ku li balafirgeah 3’yemîn a Stenbolê întîxar kir, ziyaret kir. Şandeya HDP’ê ya çû mala malbata Layik a li Taxa Kişla ya navçeya Nisêbê dijîn, sersaxî ji ferdên malbatê re xestin. Piştî serdanê, serdana HDP’iyan bi dawî bû û xatirê xwe  ji malbatê xwestin.   HDP’î dûre, çûn serdana malbata endama HPG’ê Gulîstan Elmas (Redûr Adar) a di 12’ê Hezîranê de li navçeya Gever a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bû. Di serdana girseyî ya hat kirin de dirûşmeya “Şehîd na mirin” hat berz kirin û HDP’iyan sersaxî ji malbatê re xwestin.    Şandeya HDP’ê piştre malbata Abdulmecît Aktaş ê weke “Emekdarê Nisêbînê” dihat naskirin û bi awayekê dildarî li rêxistinên HDP û DBP’ê yên Nisêbînê çaygerî dikir jî ziyaret kirin û sersaxî xwestin.