Di 33 saliya xwe de bi hezaran hezkiriyên xwe hişt û çû 2019-06-25 13:00:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Dengê serhildêr yê Deryaya Reş Kazim Koyuncu yê 33 salî 14 sal berê bi hezaran hezkiriyên xwe li pey xwe hişt û koç kir. Koyuncu ku wekî ‘Zarokê Çakêt Helbestkar' dihat zanîn, 14 sal berê li dijî pençeşêra kezebê têk çû û got "Vaye ez diçim."  Koma Alîgirê Artvin Hopaspor a Zarokên Asî yên Deryayê wê ji bo Kazim şahiyekê li dar bixin.    Zarokê Deryaya Reş ê serhildêr û dildarê biratiya gelan, hunermend Kazim Koyuncu, 14 sal berê di 25 hezîrana 2005'an de ji nava me koç kir. Dengê serhildêr yê Deryaya Reş ku yekemîn car koma rockê ya lazan jî ava kiribû berevajî hunermendên heyî, hunermendekî şoreşger bû. Ew dildarê biratiya gelan bû; ji ber vê jî yekemîn konsera xwe li Amedê pêk anî. Koyuncu ku ji ber penceşêrê 14 sal beriya niha derket rêwitiya xwe ya dawî; gelek heskirî, dost û rêheval li dû xwe hiştin. Beriya mirina xwe ew li her derê bû. Bi salan li hemberî çêkirina rêya beşajî ya derdora Deryaya Reş têkoşîn meşand û bi têkoşîna xwe ji aliyê gelan ve hate naskirin. Her sal heskiriyên Koyuncu, li pêykerê wî yê li gundê Pançol, ya Hopayê tên cem hev. Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî ji bo bîranîna wî çalakî tên lidarxistin.    Îro 25'ê Hezîrana 2019'an, ango 14'emîn salvegera hunermendê Derya Reş Kazim Koyuncu ku bi tarza xwe ya muzîka xweser tê zanîn. Koyuncu piştî bi nexweşa pençeşêrê ket strana "Vaye ez diçim" strî û çû. Koyuncu di 7'ê Mijdara 1971'an de li Gundê Yeşîlkoy ê navçeya Hopa ya Artvînê ji dayik bûbu. Hêj diçû dibistana navîn eleqeyek mezin nîşan muzîkê da. Kazim li mandolinê xist û di sala 1989'an de li Zanîngeha Stenbolê beşa Fakulteya Zanyariyên Siyasi qezenç kir. Li gel ku dibistana siyasetê xwend jî navber neda xebatên xwe yên muzîkê. Hêj 21 salî bû di sala 1992'an de li gel Alî Enver koma muzîkê ya "Dinmeyen"  ava kir. Di heman demê de piştî koma “Dinmeyen” di sala 1993’an de li gel Mehmedali Bariş Beşlî bi armanca muzîka Lazikî ava bike koma “Şku Zugaşî Berepe” (Zarokên Deryayê" ava kir. Di sala 1995’an de bi albuma “Va Mişkunan” (Em nizanin" û tarza rock a Lazikî derket pêşberî hezkirinên xwe. Kazim Koyuncu her dem ji bo gelên li ser vê axê dijî bi xebat û hunera xwe bû sembola aştî, xwişk û biratiyê. Her dem ji bo pira nava gelan ket nava hewldanan. Yekem car ji bo vê pirê li Amedê Konser da û got: “Min ji zarokên Deryayê ji Zarokên Çiyê re silav anî." û konser da gelê Amedê. Gelê Kurd ji li Amedê piştî van gotinan bêtir Koyuncu hembêz kir û hezkirina xwe zêdekir. Çend sal şûnde Koyuncu dîsa hat Amedê û hezkirinên wî jê strana Kurdî xwest. Koyuncu jî got: "Ku min zanîbûya minê bigota. Lê niha zimanê me bi ji bîrkirinê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê ezê bi Lazikî bistrêm.    YEKEM ALBUMA WÎ ‘VÎYA!' BÛ   Koyuncu piştî koma "Dinmeyen" bi koma "Zuğaşi Berepe" albuma duyemîn a "İgzas" di sala 1999'an de çap kir û belav bû. Di sala 2001'an de jî bi navê "Viya!" albuma şexsî derxist. Koyuncu, di sala 2004'an de duyemîn albuma solo ya "Hayde" derxist. Di heman salê de fêr bû ku bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Li gel bi nexweşiyê ket jî dîsa konser tan û ji bo aştî, xwişk û biratiyê muzîka xwe berdewam kir. Koyuncu, herî dawî di 4'ê Sibata 2005'an de li Navenda Pêşananê ya Yenî Melek a Taksimê konsera dawî da û di 25'ê Hezîrana 2005'an de di 33 saliya xwe de koça dawî kir.