Beriya hevdîtina Erdogan û Trump xebatkarê sefaretxaneya Amerîkayê hat berdan 2019-06-25 12:49:41   STENBOL - Beriya hevdîtina Recep Tayyîp Erdogan û Donald Trump a li Civîna Bilind a G-20'ê xebatkarê Sefaretxaneya Amerîkayê Mete Canturk ku ev demeke li girtîgeha malê ye, hat berdan.   Beriya hevdîtina Serokkomar  û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li civîna bilind a G-20'ê ku dê li paytexta Japonya Tokyoyê bê lidarxistin, xebatkarê Sefaretxaneya Amerîkayê Mete Canturk ku ev demeke li girtîgeha malê ye, hat berdan. Li gorî nûçeya Reûtersê Canturk bi binasiya pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hatiye berdan. Lê qedexeya derketina derveyî welat danîne ser.    Balkêş e biryara berdana Cnaturk beriya hevdîtina di navbera Erdogan û Trump de hat dayîn. Li aliyê din beriya hefteyekê xebatkarê NASA'yê Serkan Golge jî hatibû berdan.