ROJEVA 21'E MIJDARA 2017'AN 2017-11-21 09:00:30 * Qeyûmê ku peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî da rûxandin, dema bertekên tund xwe dan der, gotibû ew ê yê nû çê bikin. Di ser rûxandinê re 5 meh derbas bûn, lê hîn jî peyker nehatiye çêkirin û her wiha heta niha ji bo çêkirinê jî tu xebat naxuyên. Şêniyên Bazidê dixwazin demildest peyker li cihê wê yê bere bê danîn û wiha gotin: “Nikarin Xanî ji dil û mêjiyê me derînin.”  * Li Seferîhîsarê, ji bo berbelavkirina toximê herêmî malbata Karahanoglû tev digere û ji bo kesên ku toxim dixwazin, bi şertê ku dê li wan vegerînin didin wan. Malbat, li hemberî toximên hîbrît û kîmyewî tev digerin û dixwazin vê tevgerîna ji bo toximê herêmî bi kooperatîfbûyînê zeximtir bikin.    * Prof. Dr. Nîlay Etîler bal kişand ser peymanên navneteweyî ên li dijî şidetê û aşkera kir ku Tirkiyeyê jî îmzeya xwe avêtiye binê vê lê ev tenê li ser kaxiz maye û wiha got: "Gelenperiya kuştinên jinan, di parastina dewletê de diqewim. Dema serî serê mêran be, di qanûnên nivîskî kêr nayê."   * Rojnamegera ji Dêra Zorê Rewa Taha demekî li Sûriyeyê rojnamegerî kir dema derbasî Rihayê bû ji neçarî dest jê berda, armanca jiyana xwe bi gotinên wekî "jin, jin, jin" anî ziman.   * Piştî 8 mehan şûnde îdianameya der barê xebatkarên Kovara Ozgur Toplûmê Fahrettîn Kiliç û 3 xwendekarên zanîngehê de hat amadekirin. Di îdianameyê de hevdîtinên telefonê û şahiya ciwanan wek “çalakiyên rêxistinî” hatine nirxandin û tê xwestin ku her 4 kes bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” bên darizandin.    *Ayten Ozîster, dayika Dîlek Ozîster ku ji aliye hevjînê xwe ve hatibû kuştin, ji bo keça xwe têdikoşe. Dayik Ozîster ji bo daxistina “rewşa baş” a darazê jî wiha got: “Dixwazim ji vê edaletê bipirsim; ji bo çi hûn cezayê kujerekî ku li ber çavan jinek kuşt dadixin?”   *  Rifat Arslan ku piştî 10 salan şûnde ji girtîgehê derket, diyar kir ku polîs tim wî nerihet dikin û sîxurtiyê lê ferz dikin. Arslan got ku polis jê re wiha dibêjin: “Tu dikarî biçî DBP û HDP’ê. Em nabêjin neçe, lê alîkariya me bike.”    * Tahîr Temel ku 24 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Xarpêtê de ye, heta niha 11 caran hatiye sirgûnkirin.    * Bivê nevêya erziromiya kebaba eşqiyayan bîco an jî bi navê xwe yê dîtir kebaba caxê, hîn jî tercîha ewil a mudawîmên wê ye.    * Rûniştina doza Gerinendeyê Giştî yê malpera Rojnameya Cumhuriyetê Mustafa Alper dê li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Rûniştina doza aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ku heta 95 salan ceza tê xwestin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   *  Platforma Jinan a KESK'ê ya Amedê dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Şaxa SES'e ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattin Demîrtaş dê li 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza bê dîtin. (14.00)   * Çalakiya  Kolana Yukselê dê berdewam bike.