Îranê bersiv da biryara danekirina DYA'yê 2019-06-25 12:20:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezîrê Karê Nûndir ê Îranê Abbas Mûsavî, diyar kir ku DYA'yê bi pêkanînên li dijî Hamaney û nûnerên din ên payebilind rêyên dîplomatîk girtiye.    Serokê DYA Donald Tûrmp, piştî xistina ÎHA ya girêdayî DYA bi Îranê re rageşî jiya. Tûrmp duh li dijî rêveberên olî yên Îranê biryarnameyek nû ya danekirinê îmze kir. Îranê bersiv da vê biryara danekirina DYA'yê.    Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Abbas Mûsawî bi rêya Twitterê daxuyanî da û got: "Pêkanînên bêkêr ên li dijî lîderê olî yê Îranê û fermandarê dîplomasiyê (Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf) girtina rêyên dîplomatîk e." Berdevk got, "Rêveberiya Trump a bêhêvî mekanîzmayên navneteweyî yên ji bo parastina aştî û ewlekariya navneteweyî hene tine dike."   Serokê DYA'yê Donald Trump Duşemê biryarnameya der barê pêkanînên nû yên li dijî Îranê îmze kiribû. Pêkanîn bi taybetî li dijî lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney in. Serokê DYA'yê destpêkê diyar kir ku pêkanîn weke bersivek ji xistina firokeya bê mirov a Emerîkî ya li Geliyê Hurmuzê ne, lê piştre bi daxuyaniyeke din diyar kir ku pêkanîn 'ji xwe wê pêk bihata.' Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî Duşemê bi deklarasyoneke hevpar ji bo bidawîkirina aloziya li Kendavê banga diyalogê û wergirtina tedbîran kiribû.