Qeymeqam nahêle Şaredariya Hezexê kevirên parkeyî bi cih bike 2019-06-25 09:24:29 ŞIRNEX - Qeymeqam Zafer Sag ku 48 milyon deyn xistin stuyê Şaredariya Hezexê, bi hinceta "ewlehiyê" nahêle rêveberiya HDP'î kevirên parkeyî li kolanên xirabe bi cih bike.  Qeymeqamê Hezeê Zafer Sag, nahêle Şaredariya Hezexê ya HDP'î rêyên xirabe bi kevirên parkeyî biselihîne. Sag ku qeyûmê şaredariyê bû 48 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê, piştî rêveberiya şaredariyê ket destê HDP'ê bi hinceta "ewlehiyê" nahêle şaredarî kevirên parkeyî li rêyên xirabe bi cih bike.    ŞEN: MIROV ASFALTÊ NAXWAZIN    Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen, diyar kir ku wan ji bo kevirên parkeyî îhaleyek dabû destpêkirin lê belê ji ber vê biryara navbirî îhale dane sekinandin. Şen, bilêv kir ku li navçeyên wekî Cizîr û Silopiyayê gelek rê bi kevirên parkeyî hatine çêkirin û got: "Tenê em hewl didin xizmeta gel bikin, kuçe û kolan paqij bin. Mirov asfaltê naxwazin. Jixwe asfalt ji bo tenduristiya mirovan nebaş e. Ji bo vê em careke din bi rayedaran re baixivin. Kes nikare xizmeta me ya ji bo gel asteng bike."