Ji ber ketiye greva birçîbûnê dozger dixwaze girtiyê nexweş Yilmaz bê cezakirin 2019-06-25 09:23:12 MÊRDÎN - Wê belavkarê rojnameyê girtiyê nexweş Nîzamettîn Yilmaz, sibê careke din derkeve pêşberî dadger.  Belavkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat girtin Nîzamettîn Yilmaz, di 28'ê Adara 2018'an de li Dêrik a Mêrdînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Wê sibê danişîna 6'an a girtiyê nexweş Yilmaz li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê pêk bê. Nexweşîna cegerê û KOAH'ê li Yilmaz peyda bûye.    Yilmaz jî li Girtîgeha Mêrdînê di 1'ê Adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û piştî bangawaziya Ocalan wî jî çalakiya xwe bi dawî kiribû. Piştî çalakî bi dawî bibû Yilmaz rakiribûn nexweşxaneyê û wê rapora ku ji saziya tibî ya edlî bê rewşa girtîbûna Yilmaz diyar bike.    Dozgeriya ku îdianame amade kiriye dixwaze Yilmaz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bê tawanbarkirin.    Parêzer Mehmet Emîn Dûrsûn, der barê rewşa Yilmaz de axivî û got: "Em tev li 5 dnaişîna bûne lê belê hîn jî me serokê dadgehê nedîtiye. Endamên dadgehên cezayên giran ên cuda serokatiyê dikin. Ew jî ji ber bi serê xwe nikarin tev bigerin tim biryara berdewamiya girtinê didin." Parêzer Dûrsûn, anî ziman ku di danişînên berê de dozgerî ji bo muwekîlê wî mutaala dane û got: "Lê belê piştî muwekîlê min ket greva birçîbûnê, dozger got 'têkiliya wî bi rêxistinê re heye' û xwest girtina wî berdewam bike û ceza lê bê birîn."    Dûrsûn, diyar kir ku rewşa tenduristiyî ya muwekîlê wî giran e û ew li benda rapora ku dê ji saziya tibî ya edlî bê ne û got: "Ji bo rewşa tenduristiya wî em ketin nav hewldana. Nexasim jî em ji ber vê rewşa girtinê ya dûr û dirêj tengijîn. Ji bo vê tu delîlên berbiçav tune ne. Em li bendê ne bê berdan."