Dozgeriyê belgeyên îşkenceyê xwestin: Dibe delîl bên windakirin 2019-06-25 09:18:31   WAN - Piştî parêzeran ji bo îşkencekirina 3 welatiyên li Erdîşê hatibûn binçavkirin û îşknecekirin gilî kirin, Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê nivîs ji Fermandariya Cendirmeyan a Erdîşê re şand û xwest îhtimala ku delîl winda bibin heye û ji ber vê xwest demildest agahî bên şandin.  Li Erdîş a Wanê, di 5'ê Nîsanê de Recep Onal, Mekan Beder û Akan Bozdag wexta li qeraxa Gola Wanê wêne digirtin polîsan ji wan re got "We wêne li qada Tevgera Taybet girtine" û ew binçav kirin. Polîsan her sê kes birin Navenda tevgera Taybet. Li vira her sê kes tên îşkencekirin û kincên wan ji wan tê kirin û avê li wan dikin. Piştî îşkenceyê her sê kes rapora derbkirinê digirin. Paşê her sê kes bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê giliyê polîsên ew îşkencekirine û bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku rapor nedan wan kirin.    Piştî gilîkirin Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê jî nivîsek ji Fermaandariya Cendirmeyan a Erdîşê re şand û xwest demildest belge û agahiyan bişîne.    Dozgeriyê di nivîsa xwe ya ji fermandariya cendirmeyan re şand, diyar kir ku îhmal e ku delîl bên windakirin û ji ber vê xwest agahî û beşge demildest bên şandin.    MA / Mujdat Can