Îmamoglu: Carek din hat dîtin ku pêdivî bi demokrasiyê heye 2019-06-23 19:49:55 STENBOL – Namzetê CHP’ê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu daxuyaniya ewil da û got: “Carek din hat dîtin ku pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye.” Îmamoglu malovaniya hilbijêrên HDP û hepû partiyên siyasî û hemû dilxwazên demokrasî û edaletê kir.  Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê di hilbijartina hat nûkirin de bi ser ket, li avahiya rêxistina CHP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da.    Daxuyaniya ewil a Îmamoglu wiha ye:    “Îro hilbijartina me li dar xist, hilbijartinek bi watedar e. Yek ji îfadeya vê hilbijartinê jî ya girîng ew e ku pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye. Serxêrê be û bibe wesîleya tiştên baş. Ez spasiya hemû wezîfedaran dikim. Em ji bo we hemû xebatkar û wezîfedaran minetdarin. Yên ku qehremanê demokrasiyê ne hûn in.  Li gorî daneyên di destên me de, encam ne diyar e. Lê encama zelal wê li gorî girtekan eşkere bibe. Ez bang li hemû wezîfedarên dibistan û desteya hilbijartinê yên navçeyan dikim, dest ji girtek û sindoq û dengên xwe bernedin û terk nekin. Berpirsiyariya dîrokî didome. Ez spasiyê xwe ji hemû xebatkarênk CHP, ÎYÎ partî, hilbijêrên HDP û hemû partiyên siyasî re dikim. Pêvajoyek nû dest pê dike. Îtîfaqa Stenbolê pêşdarazî şikandin. Serdema hezkirina biratiyê dest pê kiriye. Partî ne armanc in. Amûr in. Partî û serokên partiyan ne pîroz in. Cihê rêberan ne ser gelan e. Divê xizmeta gel bikin. Ji ber ku serdestî bê qeyd û bê şert ya gelan e."    EV NE SERKEFTIN E EV DESTPÊK E    Ev ne serkeftin e. Ev destpêka nû ye. Ez ji vir diyar dikim ku ezê wek hev nêzî 16 milyon mirovên Stenbolê bibim. Destpêkek nû ji Stenbolê re ser xêrê be. Her tişt wê pir xweş bibe.