TDÎ: Ferzkirina nasnameya li ser girtiyan didome 2017-11-20 16:09:02 STENBOL - Înîsiyatifa Piştevaniya Girtîgehan, bal kişand ser zextên li ser girtiyên Girtîgeha Xerpetê û xwestin dev ji ferzkirina 'nasnameya girtîgehê' berdin. Înîsiyatife destnîşan kir ku ji ber ferzkirina nasnameya li ser girtiyan didome, girtî dernakevin hevdîtinê.  Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ), têkildarî zextên li ser girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê  ku ji 1'ê Mijdarê heta niha didome daxûyanî dan. TDÎ li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Înîsiyatifê li salonê pankarta "Li dijî îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê bêdeng nemîne" vekir. Berdevkê TDÎ Murat Baştugu, diyar kir ku girtî rastî tundiya fîzîkî, derûnî û zayentî tên û wiha got: "Mafê wan ê ragihandinê, ava germ, paqijiyê ji destê wan tê girtin. Jinên trans rastî îşkenceya zayentî tên. Mafê wan ê girtîgehê tên sinorkirin. Li şûna wan bibin revîrê ew birine odeya sînger. Serlêdana sûc bê encam maye.    GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊN TECRÎDKIRIN   Baştugu, anî ziman ku li şûna girtiyên nexweş bên dermankirin di hucreyên yek kesî de tên girtin û rastî tecrîdê tên û wiha got: "Li odeya "D6 bi xortûma agir û ava şit êrîşî girtiyan kirine. Girtî Îlke Başak Baydar ji ber êrîşê xwîn ji devê wê hatiye. Hasret Suzgu krîza astimê derbas kiriye.    ÎŞKENCE LI ZAROKÊN GIRTÎ KIRINE   Baştugu, destnîşan kir ku girtiyên edlî û siyasî di heman kawîşan de tên girtin û wiha got. "Di dema hijmartinê de li girtiyan ferz dikin ku li ser piyan jimarê bidin. Dîsa li girtiyan ferz dikin ku nasnameya li ser 'Terorîst' nivîsandiye bi xwe vekin. Girtî rastî êrîşa fîzîkî tên. Disa dixwazin cilên yek tîp li xwe bikin. Em dê li dijî hemû binpêkirinên mafan têbikoşin.    Aktîvîsta TDÎ Umran Yurdayol jî bal kişand ser hevdîtina heyeta HDP'ê ya bi midûrê girtîgehê re û wiha got: ""Wekîlên HDP'ê u parêzeran bi mûdîrê girtîgehê re hevditin kir. Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku ew dê dawî li ferzkirina nasnameyê bînin. Lê di vê hevdîtinê de dîsa girtî derneketin hevdîtinê. Ji ber ku ferzkirina nasnameyan berdewam dikin. Ji ber ku fikarên malbatan hêj didome.