'Divê mafên zarokan bên parastin' 2017-11-20 15:42:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, li Amed, Edene û Mêrsînê daxuyanî hatin dayîn, hat xwestin divê hemû dewlet di warê perwerdeya bi zimanê dayikê, tenduristî û hêwînê de berpirsyariya xwe bînin cih. Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK), bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, li şaxa SES'ê civîn pêk anî. Hevsroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sena Amedê Fatma Budak Guler, daxuyanî xwend û aşkera kir ku zarok bi îstismarê re rû bi rû tên hiştin û di karên erzan de zarokan didin xebatê û ev tişt hat gotin: "Di bin navê xebata çiraxî de, keda zarokan tê mêtingerkirin. Li gorî daneyên SGK'ê milyonek 170 hezar zarok di bin navê çiraxtiyê de tên xebitandin." Guler da zanîn ku ji ber şerê zarok ji mafên perwerde, tenduristî û hêwînê bê par dimînin, bi vê vê girêdayî li herêmê bi dehan zarok bi guleya leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dide.   ‘BÊ CEZABÛNÊ GELEK ZAROK DAN KUŞTIN’   Guler destnîşan kir ku ji ber ku ceza nayê birîn, mirinên zarokan zêde dibin û wiha pê de çû: "Sed mixabin berdêla şer zarok didin. Di şerê 40 salî de herî zêde zarok pê bandor bûn. Bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest da. Ji bedena Ugur Kaymaz ê 12 salî 13 gule hatin derxistin. Pitina bi navê Mîray di 3 saliya xwe de bi sekvaniyê hat qetilkirin. Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner di bin dîwarê dorpêça dibistanê de jiyana xwe ji dest dan. Ceylan Onkol dema berxikên xwe diçêrandin, bi guleya hewanê jiyana xwe ji dest da. Dayika wê perçeyên laşê wê berhev kir. Gelek zarok di bin maşîneyên zirxî de man û jiyana xwe ji dest dan.   ‘DIVÊ BERPIRSYARIYA XWE BÎNE CIH’   Guler gut ku "Divê zarok li jiyanê bimînin, bi azadî bijîn û bi pêş kevin" û wiha got: "Divê hemû dewlet di serî de mafê jiyana zarokan, perwerde, tenduristî û hêwînê pêk bînine."   LI EDENEYÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ    Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, bi minasebeta rojê li avahiya xwe daxuyanî da. Di civînê de Berdevka Komîsona Mafên Zarokan a ÎHD'a Edeneyê Ayfer Guneşer, der barê mafên zarokan de ev tişt got: "Ji bo mafên zarokan bi pêş bikeve, divê şertên wekî aborî-civakî bên sererstkirin û di vê der barê de reform pêkan in. Binpêkirinên li dijî zarokan îhlaleke polîtîk e. Yek jî peymanên bingehîn ên mirovahiyê, parastina mafên zarokan e."   Guneşer, daneyên raporê parve kir û wiha got: "Yek jê kur 70 zarok rastî tacîzê hatin. 5 zarok hatin revandin. 95 kur 609 zarok rastî îstîsmara zayendi hatin. 1 kur 4 zarok rastî fihûşê hatin. 129 kur bi giştî 306 zarok rastî tundiya malê hatin. 8 zarokên kur di bûyerên edlî de jiyana xwe ji dest dan. 631 kur bi giştî 922 zarok birîndar bûn. Zarokekî kur di cînayetên kar de mir. 62 jê kur bi giştî 163 zarok hatin windakirin. 33 kur bi giştî 143 zarok hewl dan întîhar bikin. 3 zarokên kur di şewata girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. 6 zarok di şewata girtîgehê de birîndar bûn. Di şewatan de 4 jê kur 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 7 jê kur 8 zarok di avê de xeniqîn. 58 zarokên kur di bûyerên civakî de hatin binçavkirin."    Guneşer, ji bo parastina mafên zakokan pêşniyar kir û wiha got: "Divê fêdeya bilind a zarokan li ber çavan bê girtin. Divê cudakariya civakî û aborî ya li dijî zarokan bê rakirin. Divê pêdiviya zarokên awantaja wan tune be ji aliyê cemaweriyê ve bê temînkirin. Zarokên tev li sûc tên kirin li şûna encam li ber çavan bê girtin, divê sedema wê bê lêkolînkirin û li gorî wê gav bên avêtin. Divê zarok tev li hemû biryarên civakî bên kirin. Di venêrtina ewlehî û azadiyê de divê azadiya zarokan li ber çavan bê girtin. "    Platforma Jinan a Mêrsînê jî li şaxa SES'ê ya Mêrsînê daxuyanî da. Endama Platforma Jinan a Mêrsînê Fahriye Cengiz jî anî ziman ku îstîsmara li ser zarokan pêşketina wan a fîzîkî, derûnî û ramanî neyînî bandor dike. Cengiz, destnîşan kir ku wekî platformê dê ji bo parastina mafên zarokan li qadan bin.