Cenazeyê Ozcan ê ber ava Dîcle ket hat dîtin 2019-06-23 11:52:43 AMED - Cenazayê Mûhammed Ozcan ê berî 4 rojan ber ava Çemê Dîcle ket, hat dîtin.    Cenazeyê Mûhammed Ozcan ê 18 salî yê li nêzî Pira Kabê ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê di 20’ê Hezîranê de xwest di Çemê Dîcle de honik bike ket çem û ber avê ket, hat dîtin.    Komên Lêgerîna Rizgariyê yên Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 roj bûn lêgerîn dikir, cenazeê Ozcan li ber peravên Çemê Dîcle dîtin. Cenazeyê Ozcan 2 kîlometre dûrî cihê xwe avêt Çemê Dîcle hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê.    Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.