4 roj in welatiyê fetisî hêj nehatiye dîtin 2019-06-23 09:57:03   AMED – Ji bo dîtina Muhammed Ozcan ê 4 roj berê bi ava Çemê Dîcleyê re çû lêgerîn didome. Bav Hanîfî Ozcan banga hestiyariyê li rayedaran kir.    Li nêzî Pira Kabê ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê di 20’ê hezîranê de Muhammed Ozcan (18) ê ji bo xwe di Çemê Dîcleyê de bişo ket Çemê Dîcleyê û bi avê re çû. Ji bo dîtina Ozcan xebatên lêgerînê berdewam dikin. Komên Lêgerîna Rizgariyê yên Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 roj in lêgerînê pêk tînin lê hêj negihîştine tu encamê. Li aliyekî lêgerîn didome û li aliyê din jî xizmên Ozcan li qeraxê çem bedemayîna xwe dewam dikin.    Bavê Ozcan, Hanîfî Ozcan ê ku li benda dîtina lawê xwe ye wiha got: “Bûyer dema ku kurê min û hevalên xwe tên seyranê diqewime. Wextê xwe diavêje avê û pê re diçe. Tevî hewldana rizgariya welatiyên derdorê jî kurê min nayê rizgarkirin û di avê de difetise.”     ‘KOMÊN LÊGERÎNÊ KÊM IN’    Ozcan da zanîn ku ew 4 roj in li benda dîtina kurê xwe ye û got: “Hêj me tu encam bi dest nexistiye. Komên lêgerînê kêm in. Ez bang i hemû rayedaran dikim, ji bo dîtina kurê min bila alîkariyê bikin. Ji bilî çend koman kes alîkariyê nade. Ez û xizmên xwe çend roj in li vir perîşan bûn. Bila demildest destê piştgiriyê bigîhînin me.”