Piştî 7 salan der barê 101 personelên şaredariyê de biryara neşopandinê 2019-06-23 09:08:52 MÊRSÎN - Hevşaredarê HDP'î yê Akdenîzê yê berê M. Fazil Turk jî di nav de der barê 101 personelên şaredariyê de bi îdiaya "binpêkirina qanûna îhaleyê, bi vî awayî avakirina rêxistina sûcî û endamtiya vê rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî 7 salan der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.  Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, di sala 2012'an de ji ber îxbareke ku bi rêya e-maîlê hatiye kirin, Hevşaredarê HDP'î yê Akdenîzê yê berê M. Fazil Turk jî di nav de der barê 101 personelên şaredariyê de bi îdiaya "binpêkirina qanûna îhaleyê, bi vî awayî avakirina rêxistina sûcî û endamtiya vê rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî 7 salan der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.    Di 22'yê Cotmeha 2012'an de e-maîlek ji Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê re tê şandin û giliyê şaredariyê tê kirin. Di îxbarê de tê îdiakirin ku şaredarî qanûna îhaleyan bin pê dike.    Dozgeriyê di biryara xwe de diyar kir ku delîlên şênber tune ne û Turk jî di nav de derbarê 101 personelên şaredariyê de biryara neşopandinê da.    MA / Ergîn Çaglar