Dadgehê biryara Şaredariya Sûrê ya ji bo wergirtina avahiyên şaredariyê sekinand 2019-06-23 09:08:12   AMED – Meclîsa Şaredariya Sûrê, ji bo saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatibûn girtin û tehsîsî qeymeqamtî û diyanetê hatibûn kirin wergire biryar girt, lê belê dadgehê biryar da sekinandin.    Qeyûmê berê tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin wekî qeyûmên din saziyên jinan girtibû û ew dewrî hin saziyên din kiribûn. Yek ji van saziyan  jî Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda û Navenda Jina Ciwan bû.    Piştî hilbijartina 31'ê Adarê şaredariyên HDP'î, dest bi amadekariyên vekirina saziyên jinan ên qeyûm ew girtibûn kirin. hevşaredara Şaredariya Sûrê Filîz Bûlûttekîn, bi bîr xist ku qeyûman saziyên jinan dane qeymeqamtî û Diyanetê û li van deran Navendên Destekê yê Malbatî hatine vekirin. Bûlûttekîn, bilêv kir ku ev yek ji bo du saziyên jina yên di bin banê şaredariya wan de jî hatiye kirin lê belê ji bo ew her du saziyên dewrî qeymeqamtî û Diyanetê hatine kirin wergirin tev geriyane.    BIRYAR HAT RAWESTANDIN    Bûlûttekîn, destnîşan kir ku ji bo ew avahiyên saziyên jinan ên tahsîsî qeymeqamtiyê û Diyanetê hatine kirin wergirin, meclîsa wan biryar girtiye û wan ev biryar ji qeymeqamtiyê re şandiye. Bûlûttekîn, destnîşan kir ku qeymeqamtiyê diyar kiriye ku hincetên şaredariyê têr nakin û ji bo ev yek bê rawestandin serî li Dadgeha Îdareyê daye û dadgehê jî biryara meclîsa şaredariyê daye sekinandin. Bûlûttekîn, bilêv kir ku dadgehê jî di biryara xwe de diyar kiriye ku hincetên şaredariyê têr nakin. Bûlûttekîn, bilêv kir ku lê belê ew ê vê biryarê esas negirin û ew ê îtiraz bikin.    Bûlûttekîn, diyar kir ku ew ê Peymana Stenbolê jî wekî pêvekeke li biryara meclîsê zêde bikin û careke din ji qeymeqamtiyê re bişînin û çi dibe bila bibe ew ê mal û milên şaredariyê yên hatte dewrkirin wergirin.    Bûlûttekîn, destnîşan kir ku ew ê hem saziyên jinan dîsa wergirin û hem jî hejmara wan zêde bikin û got: "Ev esas polîtîkaya me ya jina ye. her wiha ji bo jin bikaribe bijî pêdivî bi diyaredeyeke bajarî heye. Ji bo vê jî divê jin biryarê bigire. Divê em bajarone wisa biafirînin ku jin bikaribe bi awayekî azad bifikire û tev bigere. Ji bo vê jî divê ev navend û sazî û qad hebin. Em ê ji bo vê yekê tev bigerin û biêtkoşin."    MA / Rûken Demir