Komeleya Ekolojiyê: Warê me talan dikin 2019-06-22 21:06:44   AMED – TJA, Ciwanên HDP’ê û Komeleya Ekolojiyê, bi armanca balê bikişînin ser şewatên daristanan, bendavan û qirêjiya derdorê li Navçeya Rezan daxuyanî dan çapemeniyê û derdor paqij kirin. Ekolojîst Abdulvahap Işikli diyar kir ku desthilatdar axa wan talan dikin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Ekolojiyê li navçeya Rezanê li Kolana Lefkoşa ya Taxa Şêx Şamîl, der barê şewatên daristanan, çêkirina bendavan û qirêjiya derdorê de daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP’ê yên Rezanê, endam û reveberên Komeleya Ekolojiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdarvana, ji ber avahiya rêxistina HDP’ê a Rezanê dest bi paqijiyê kirin û piştre daxuyanî dan. Aktîvîstê Komeleya Ekolojiyê Abdulvahap Işikli, destnîşan kir ku desthilatdar niha erdnîgariya wan talan dikin û got: “Şewat carna bi îhmalê, carna jî zevî ji îmarê re tên vekirinê an jî bi binasîya ewlehiyê zanebûnî tên kirin. Berpirsyarên şewatên daristanan kes û saziyên îhmalkar, mêtînger, kedxwar û hişmendiya zextkar in. Ji ber operasyonên eskerî her sal li gelek deveran daristan dişewitin. Ji bo ku şewat zû bên vemirandin, divên navêndên mudahaleyê yên herêmî werin ava kirin û li van deran divê herî kêm helîkopter û balafireke şewatê û vemirandinê hebin.”   Işikli, der barê bendava li Heskîfê jî destnîşan kir ku Heskîf bi hinceta pêwistiya ceyranê û ewlehiyê tê binavkirin û got: “Heskîf bajarekî navênda bîrê ye ji bo mirovahiyê. Piştî dehan şaristaniyan jî li ser piya maye. Ji aliyê çandê ve jî bajarekî antîk e. Heskîf di sala 1978’an de wek qada sît hatiye îlan kirin û ji xeynî vê jî krîterên ÛNESCO'yê yên mîrateya çandî ya cîhanê jî ji sedî 90 dihebîne. Lê dîsa jî UNESCO bê eleqe dimîne."    ÇARESERÎ BI DIYALOGÊ YE   Işikli herî dawî diyar kir ku ji bo xelaskirina Heskîf û Newala Dîcleyê, her çiqas projeya Bendava Ilisûyê xelas bibe jî divê li hemberî avgirtin û valakirinê re bi awayekî xurt bitêkoşin û got: “ Di cîhanê de gelek projeyên bendav û santralan hene ku xelas bûne lê bi têkoşînê hatine sekinandin. Divê bi lez û bez Projeya Ilisûyê were sekinandin û bi civaka ku tesîr ji vê projeyê dgire pêvajoyeke diyalogê dest pê bike."   Piştî daxuyaniyê beşdarvan bi dirûşma “Em kolanên xwe paqij dikin” derketin kolanên Taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezanê û çop kom kirin. Di dema çopkomkirinê de ji derdorê jî welatî jî tev li wan bûn.