'Gelo çima girtiyekî nexweş ê 74 salî girtî ye?’ 2019-06-22 16:16:38 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bi armanca balê bakişîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û got: “Gelo çima girtiyê nexweşîna giran Mehmet Bayram ê 74 salî hîna jî girtiye.”  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, bi boneya balê bikine ser rewşa girtiyên nexweş bi daxwaza "Bila girtiyên nexweş bên berdan" çalakiya xwe hefteya 489'emîn li pêş avahiya Sumerbank a berê ya navçeya Konakê ya Îzmirê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweşîna giran dimirin” hat vekirin. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa tenduristiya Mehmet Bayram ê di 11’ê Kanûna 2017’an de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hat girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê ya Manîsa tê girtin.     Ji rêveberên ÎHD’ê Ahmet Çîçek, daxuyanî da û wiha behsa pirsgirêkên tendurîstî yên Mehmet Bayram ê 74 salî kir: “Li girtîgehê pêkanînên keyfî yên rayedarên girtîgehê hene. Bayram berî bikeve girtîgehê ji ber nexweşiya pençeşêrê ameliyat bûye û ji benda wî ûr girtine. Ji bo ûr xwe nû neke, divê her 6 meh carekê biçe kontrole. Lê ji ber şert û mercên girtîgehê, bi pergalî nehatiye kontrol kirin. Rayedarên girtîgehê guh nedane daxwaznameyên wî yên sewqê. Bayram ligel vê nexweşiya xwe ya giran du caran krîza dil jî derbas kiriye.”   ‘DI GIRTÎGEHÊ DE RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT’   Çîçek, da zanîn ku ev 20 salin nexweşiya şekir bi Bayram re heye û wiha bilêv kir: “Ji ber vê yekê gelek aciz û nerehet dibe. Gelek nexweşiyên Bayram ên cuda hene û divê demildest bê dermankirin. Rayedarên girtîgehê dema Bayram sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê dikin jî, êrîşê wî û girtiyên din kin. Rewşa Bayram nebaşe û her ku diçe xerabtir dibe. Em disan dûbare dikin, divê Bayram demildest bê beran, di şert û mercên baş de bê tedawî kirin.”