Pêşengên eşîrên Reqa: Banga Ocalan çareseriya Tirkiye û Sûriyeyê ye 2019-06-22 10:51:12 REQA - Şêx û rûspiyên Reqayê diyar kirin ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê roleke mezin di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û gotin: "Nameya Ocalan banga hevgirtin û jiyana aştiyane li pêkhateyên gelê Sûriyê dike. Banga Ocalan ji her dû welatan Tirkiyê û Sûriyê jî çareseriye." Parêzeran, cara 4'emîn bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di 18'ê Hezîranê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin kir. Ocalan bi parêzerên xwe re nameyek ji bo gelê Sûriyê û Tirkiyê şandin. Ocalan di nameyê de got 'Tirkiye û Sûriye cîranên aştiyê ne, divê Tirkiyê bibe aliyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, ne ku bibe asteng. Ocalan destnîşan kir ku siyaseta hundirîn û derve ya Tirkiyê û Sûriyê bi hev ve girêdayî ne û nabe ji hev werin veqetandin. Şêx û rûspiyên bajarê Reqayê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn û diyar kirin ku aloziya Sûriyê dirêj kir û gotin: “Civînên derve yên bi navê çareserkirinê tên kirin, binketin. Hemû civînên ku bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê tên lidarxistin têk diçin, ji ber ku hertim aliyek tê paşguhkirin. Nameya Rêber Abdullah Ocalan dê roleke mezin di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze. Ji ber ku Ocalan di nameyê de banga yekîtî û têkoşîna hevpar li pêkhateyên Sûriyê dike."   Şêxê eşîra Efadîla, Hiwêdî Şilal anî ziman ku nameya Abdullah Ocalan nameya aştiyê ye û wiha pê de çû: “Nameya Ocalan banga hevgirtinê li hemû pêkhateyan dike. Di heman demê de bang li dewleta Tirkiyê û Sûriyê dike ku nakokiyên xwe çareser bikin. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe temenê aloziya Sûriyê dirêj dike.”   Şêx Ayid El-Hadî yê ji eşîra Efadîla jî destnîşan kir ku fikirê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikirê azad e û çareserkirina aloziya Sûriyê armanc dike. El- Hadî got: “Ev rastiyek e divê tevahî cîhan pê îqna be. Fikirê Ocalan dê di çareserkirina aloziya Sûriyê de bibe alîkar. Em bi danûstanên Sûrî-Sûrî re ne. Divê dewleta Tirk hêza xwe ji xaka Sûriyê derxîne.”   Şêxê eşîra Emûr, Mihemed El-Umer destnîşan kir ku nameya Abdullah Ocalan banga ewlehî û aramiya herdu welatan Tirkiyê û Sûriyê dike û wiha axivî: “Pêkanîna projeya Netewa Demokratîk pir giringe. Heger projeya Netewa Demokratîk bi awayekî durist li Sûriyê pêk were dê encamên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê erênî bin.”