Bijîşk henekê xwe bi girtiyê çavên wî kor bûn, kir: Bi şev li stêrkan mêze bike! 2019-06-22 09:23:04   ÊLIH - Girtî Serdar Şahîn ê li diijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 153 rojan di greva birçîbûnê de ma û ji sedî 80’î kor bû,  diyar kir ku bijîşk henekê xwe bi wî kiriye û jê re gotiye, “Şevê li stêrk û heyvê mêze bike.” Girtî Serdar Şahîn ê  li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê tê girtin ku li diijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 153 rojan di greva birçîbûnê de ma, ji sedî 80’î kor bû. Bavê Şahîn Mehmet Emîn Şahîn derbarê rewşa kurê xwe de axivî û got: “Di dema tedawiyê de bijîşk ji kurê min re gotiye, ‘Bi şevê li stêrk û heyvê mêze bike.’ Mirov vê gotinê tu carî ji kesekê girtî re nabêje. Ev gotina herî dawiye  ku mirov ji girtiyekê re bêje.”   Bav Şahîn bertek nîşanî evê helwesta li dijî kurê xwe da û wiha bilêv kir: “Kurê min hêdî hêdî dîtina çavên xwe winda dike. Ew derfeta wî ya di girtîgehê de li asîmanan mêze bike jî tuneye. Ev nêzîkatî, nêzikatiyek tirrane ye.”   ‘KELEPÇÊ FERZÎ GITIYAN DIKIN’    Şahîn, anî ziman ku piştî greva birçîbûnê dermankirina bi kelepçe ferzî girtiyan dikin û wiha got: “Tedawiya girtiyan dewam dike. Herî dawî di hefteya derbasbûyî de çûm hevdîtinê. Tenê çavên kurê min bi pirsgirêke. Kurê min nêz dibîne, lê dûr nabîne. Lê ji ber serkeftina bi dest xistin, dibêjin ku ew di rêya rast dene.”    'HER GOTINEKE OCALAN DI ASTA PIRTÛKEKÊ DEYE’   Bav Şahîn, da zanîn ku di pêvajoya çalakiyên grevên birçîbûnê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên me berî her tiştî behsa wan dikin. Me ezmûnek mezin li paş xwe hişt. Leyla Guven, girtiyan û gel ev serkeftin bi dest xistin. Abdullah Ocalan jî bi taybetî balê dikişîne ser vê yekê. Her gotineke Ocalan di asta pirtûkekê de ye. Felfeseya wî pir kure. Divê em baş guh bidin rexneyên herî dawî kirin.”