'Divê ser skandala tecawizî ya li Agiriyê neyê girtin' 2019-06-22 09:12:57 EDENE – Li Bazîda Agiriyê, mamosteyê bedneparêziyê, tecawuzî B.K.'ya 12 salî kiribû. Lê belê hîn jî Wezareta Perwerdehiya Netewî ji bo vê bûyera skandalî deng ji xwe neaniye. Rêvebera Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Seher Kiliç, divê ser vî sûcî neyê girtin û çi ceza hewce be bê birîn.  Li gundekî Bazîda Agiriyê, di 22'yê Gulanê de Mamosteyê Bedenparêziyê H.K., tecawizî B.K.'ya 12 salî kiribû. Mamoste H.K., li ber deriyê dibistanê ji B.K. ya ku dê û bavên wê dev ji hev du berdane, dibêje "tu min dişopînî?" û paşê li dibistanê tecawuzî wê dike. Piştî xalê wê Îbrahîm Halîl Yildiz ku li Stenbolê dijî û dayika wê Cemîle Keskîn ji MA'yê re gotin ev bûyer derket holê.    Piştî bûyerê mamoste H.K. hat girtin û B.K. jî li yûrdên Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Xebat û Civakiyî hat bicihkirin.    Dayik Cemîle Keskîn, diyar kir ku ji Wezareta Perwerdehiya Netewî hin kes hatine û gotine 'Di nav perwerdehiyê de bûyerek wisa pêk hatiye. Eger bê bihîstin wê ev yek zirarê bide saziya perwerdehiyê.' Dayik Keskîn, bilêv kir ku her wiha mela û keyayê berê yê gund xwestin bi beramberiya pera keça wê bi mamoste H.K. re bidin zewicandin û ji wan xwestine dev ji giliya xwe berdin.    Ji bo vê bûyera skandalî hîn jî Wezareta Perwerdehiya Netewî û gelek saziyên din deng ji xwe neanîne.    Rêvebera Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Seher Kiliç, bertek nîşanî vê yekê da.   Kiliç, bilêv kir ku her diçe bûyerên êrîş û îstismara zayendî yên li hemberî jin û zarokan zêde dibin û ev yek ji ber polîtîkaya "bêcezatiyê" ya hikûmetê ye.    ‘DIVÊ SER SÛC NEYÊ GIRTIN'    Kiliç, diyar kir ku ji bo rê li ber vê girtin divê li dibistanan dersên 'zayenda civakiyî' mecbûrî bin û bi van dersan wê pirsgirêk çareser bibin.    Kiliç, diyar kir ku di bûyerên îstismara zayendî de bi piranî ser sûc tê girtin û mînaka herî baş jî ev bûyera li Bazîdê ye. Kiliç, got: "Ji berê de ev feraseta sergirtina bûyerên îstismara zayendî heye. Ên sûc dikin na, kesên bi sûc re rû bi rû dimînin tên mexdûrkirin. Divê ji bo destekkirina mexdûr, rê li ber qanûnan vekirîbe. Divê dadgeh cezayên giran bibirin. Divê polîtîkayên perwerdehiyê bi awayekî cidî li ser van mijaran hûr bibe."    Kiliç, got: "Di vî warî de desteka rayedarên hikûmetê kêm e. Bi gotinên xwe hewl didin tiştên wisa wekî tiştên asayî nîşan bidin. Ji ber rewşa hiyerarşîk a di civakê de kesên tên tacizkirin pirî caran nikarin bînin ziman û ser bûyerên bi vî rengî tê girtin. Divê ev yek demildest ji holê rabe. Divê her kes bibêje. Divê beyanên jin û zarokan esas bên girtin û ser sûc neyê girtin û çi ceza hewce be bê birîn."    MA / Hamdullah Kesen