ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-22 09:00:16 * Mustafa Bîlîr (52) ji dar û textikên bi kêr nayên, hunerek balkêş hildiberîne. Darên ku berhev dike vediguherîne berhemên hunerî û berhemên wî mirovan matmayî dihêlin. Bîlîr got wî xeyala zarokatiya xwe piştî 50 saliya xwe pêk aniye û ew bi çêkirina van berhemên hûnerî êşa nava dilê xwe dixeritîne.  * Nivîskar Îlhamî Çinar ku li dijî tecrîdê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, di dema çalakiyê de her çend rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû jî romanek nivîsand. Çinar, ragihand ku çavê wî yê rastê pir nabîne û tedawiya wî bi derengî tê xistin.    * Welatî Rawşan Doner û Emîne Erbek ên ji ber polîtikayên şer xizmên wan hatin kuştin û koç kirin diyar kirin ku ji salên 90’an heta 2019'an rûyê gelek rayedar û erkên dewletê hatin guhertin, lê feraseta wan nehat guhertin.    * Elîf û Kubra Başkala ku terka Stenbolê kirin û vegeriya warê xwe Westanê, ji malan tovên xwecihî berhev dikin û diçînin. Her du jina, got: "Heta ku roj me roj neçe ava em di nav axê de ne. Divê tu jin dest ji axê bernede."    * Girtî Serdar Şahîn ê li diijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 153 rojan di greva birçîbûnê de ma û ji sedî 80’î kor bû,  diyar kir ku bijîşk henekê xwe bi wî kiriye û jê re gotiye, “Şevê li stêrk û heyvê mêze bike.”    * Ji ber qeyrana aborî û şert û mercên demsalê, îsal acûr jî bi derengî hatin bazar û ser dezgehan. Her wiha îsal fiyetên acûran jî li gor par bihatir e.    * Li Bazîda Agiriyê, mamosteyê bedneparêziyê, tecawuzî B.K.'ya 12 salî kiribû. Lê belê hîn jî Wezareta Perwerdehiya Netewî ji bo vê bûyera skandalî deng ji xwe neaniye. Rêvebera Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Seher Kiliç, divê ser vî sûcî neyê girtin û çi ceza hewce be bê birîn.    * Li navçeya Licê ya Amedê, qeymeqam 10 keya ji peywirê girtibûn. Lê belê ji van keyayan 6 jî vegeriyan ser karê xwe.    *  Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wê di hefteya 251'an de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 743'an de li Qada Galatasarayê lêgerîn û pirsa aqûbeta windayan berdewam bikin. (12.00)    * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan (İHD) a Îzmirê bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û girtiyên nexweş bên dermankirin wê li pêş Sumerbank a Konaka Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13:00)   *  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û malbatên girtiyan bi boneya girtiyên nexweş bên berdan wê çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Komeleya Mafên Mirovan û Xizmen windayan ên Amed u Êlihe wê aqubeta windayan bipirsin (12.00)