ÎGA’yê ji bo Layik daxuyanî da: Me wî ji kar dernexistiye 2019-06-21 12:24:06   STENBOL – ÎGA têkildarî întîxarkirina Îbrahîm Layik daxuyanî da û îda kir ku Îbrahîm Layik ji kar nehatiye derxistin û ev rewş nabe mijara gotinê.    ÎGA ya Balafirgeha Stenbolê piştî mirina bi guman a peywîrdarê ewlehiya Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê Îbrahîm Layik daxuyanî da. ÎGA daxuyaniyek nivîskî da û îda kir ku derxistina kar a Layik teqez bêbiniye û got: “Rehmetî beriya bûyera xemgîn li ser daxwaza bi daxwaznameyek nivîskî serî li Miduriyeta Çavkaniyên Mirovan a ÎGA da û xwest îstîfa bike. Tevî ku me wî qanih kir jî sedemên malbatî ji bo îstîfa xwe da nîşandan. Daxwaznameya wî ya îstîfayê hêj li Miduriyeta me ya Giştî ya Çavkaniyên Mirovan e.”    Di daxuyaniyê de hat gotin ew wek ÎGA’yê li gel malbata rehmetî Îbrahîm Layik cih digirin û êşa malbatê parve dikin. ÎGA got ew ji ber mezinkirina bûyerê û îdayên bêbinî gelek xemgîn in û sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên Layik re xwest.