Cenazeyê du kesên ber lehiyê ketin hat dîtin 2019-06-21 12:12:38   ENQERE - Li bajaroka Hasankadi ya Bartinê, cenazeyê Îsa Akgun ê 11 salî û Îsmaîl Çelîktaş ê 70 salî yên ber lehiyê ketin hatin dîtin.    Li bajaroka Hasankadi ya Bartînê, ji ber taviya barana zêde lehî rabû. Dema lehî rabû Îsa Akgun ê 11 salî û Îsmaîl Çelîktaş ê 70 salî ber lehiyê ketin. Cenazeyê Çelîktaş 5 kîlometre dûrî mala xwe hat dîtin. Îsa Akgun ê 11 salî jî ku ber avê ketibû, 13 mîlometre dûrî ji cihê ber avê ketibû.    Li aliyê din, li ser agahiya kesekê ji gundê Bakirlar a navçeya Ereglî ya Zongûldakê ber lehiyê ketiye, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.