Dîlan Îzol dike hawar û qîrîn: Gefên li ser me dewam dikin 2019-06-21 11:23:11   RIHA - Dîlan Îzol a li Sîweregê komkujiya 6 kesan girt kamerayê, diyar kir ku berpirsê bûyerê Sulfîkar Îzol e û got: “Hina em li nexweşxanê bûn agahî şandin, gotin ‘Ew cenaze dê neyên vî gundî.’ Me nekarî em li ser gorên xwe dua bikin û şîna xwa girê bidin. Piştî vê jî , dûre gef li me xwarin.” Di 15'ê Hezîranê de li gundê Çeltîk ê navçeya Siwereg a Rihayê ji ber nîqaş û rageşiya li ser erd Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ji aliyê ferdên malbata parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol ve hatin kuştin. Dîlan Îzol a kuştina 6 kesan û dema bûyerê girt kamerayê, diyar kir ku Zulfîkar Îzol berpirsê vê bûyerê ye û got: “Zulfîkar Îzol serdegirtin pêk anî û hîna  jî gefên wî dewam dikin.” Îzol a dayik û bavê xwe winda kirin, banga edaletê kir.    ‘ZULFÎKAR ÎZOL FERMAN DA’   Dîlan Îzol, anî ziman ku ji ber bûyerên derbas bûyî ew rastî neheqeyê hatin û wiha axivî: “Ev komkujî bi fermana Zulfîkar Îzol hat kirin. Bêyî nikarin tiştekê bikin. Ev mirovên tarîne û eşqiyayên bi çekin. Ev çeteyên bi çekin. Ev diziya mirovan dikin, çavên xwe berdidin ax û malên kesan. Ev ne dozeke xwînê ye. Bila hemû kes dengê min bibîhîse, ev ne dozeke xwînê ye.”    ‘DÊ HEMAN SÛCÎ BIKIN’   Îzol, a xwest xwest faîl bên cezakirin, wiha pê de çû: “Ez hêvî dikim ku carek din cînayetên wiha rû nedin. Ez dixwazim ku kesên ev komkujî pêk anîn, hemû bên girtin û di girtîgehê de birizin. Heya ku ev bê ceza bimînin, dê kesên din jî ji vê bûyerê cesaret bigirin û heman sûcan bikin. Divê ev bên darizandin û ceza kirin. Ez daxwaza maf û edaletê dikim. Ya ku êşa me kêm bike dê ev nêzîkatî be. Ez bang dikim ku saziyên berpirsiyar me biparêzin.”    ‘DI ŞEVA TARÎ DE ME CENAZEYÊN XWE DEFIN KIRIN’    Îzol, da zanîn ku wan cenazeyên xwe bi şev defin kirin û wiha rêz kir: “Di şeva reş û tarî de, bi vaşartî me cenazeyên xwe defin kirn. Hina em li nexweşxanê bûn agahî şandin, gotin ‘Ew cenaze dê neyên vî gundî. Ji bo ku em we tune bikin, em ew kuştin. Hûnê nekevin vî gundî.’ Van mirovan piştî komkujî pêk anî jî, gef li me xwarin. Me nekarî em li ser gorên xwe dua bikin û şîna xwa girê bidin.”   ‘BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ KIR’   Îzol, bang li pariyên siyasî jî kir û wiha bilêv kir: “Em dixwazin ku mirov rêzê dibin vê êşa me û bûyerê cuda ne nirxînin. Ji xwe êşa me pir mezine. Em naxwazin ji bo van rewşan jî xemgîn bibin. Em 6 xwişk û birane. Ez bûm dayika û bavê 5 xwişk û birayên xwe. Em hewl didin li ser piyan rawestin. Ji bilî min tu kesê wan tuneye. Giraniya vî barî û mezinbûna wê pir zêde ye. Ez nikarim vê yekê vebêjim.”