Koçbera Şêx Mexsûd: Me jiyana xwe li pey xwe hişt û hatin 2019-06-21 10:34:36 ÎZMÎR - Malbata penaber a Sûriyeyî Abdullah ku 7 sal berê ji ber şerê li Sûriyeyê koç kirin û hatin Tirkiye, di nava 7 salan de 3 bajar guhertin. Ji malbata Abdullah, Sultan Muhammed Abdullah piştî hatin Hatayê derbasî Stenbolê bûn û ji wir jî hatin Îzmirê û niha dixwazin dîsa vegerin ser ax û warê xwe. Abdullah anî ziman ku wan jiyana xwe li pey xwe hişt û ketin rêyek nediyar.    Di şerê Sûriyeyê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan welatî jî ji ber şer koç kirin. Bi sedan welatiyên ku ji ber şer ji cih û warên xwe koç kirin di derya Ege de noqî avê bûn û fetisîn. Yek ji kesên ji cih û warê xwe koçber kir malbata Abdullah e. Ji malbata Abdullah, Sultan Muhammed Abdullah, serpehatiyên xwe û sedema koçberiya xwe vegot. Sultan Muhammed Abdullah, diyar kir ku beriya şer dest pê bike li taxa Şex Maksut a Helebê dijiya û wiha got: "Dema em li Helebê bû tu pirsgirêkên me yên debarê tune bû. Tu pirsgirêkên me yên pêşerojê tune bûn. Em li mala xwe pir kêfxweş û aram bûn. Lê piştî şer me malbata ku ji 8 kesan pêk dihat koç kir. Me hemû mal û milkê xwe li pey xwe hişt û em ketin rêwîtiyek ne diyar. Em ketin rêyek nediyar."    'ME JIYANA XWE LI PEY XWE HIŞT'    Abdullah, destnişan kir ku beriya koçberiyê debara xwe bi sewalkariyê dikirin û wiha got: "Tu pirsgirêkên me tune bûn. Lê serê sibehekê em bi dengê çek û topan hişyar bûn. Her kes direviyan. Her hinek bi cihekî ve dibeziyan. Malbat tev perçe bûn. Em bûn şahid ku mirovên bi salan em cîranê hev bûn hatin revandin û hatin kuştin. Hêj agahiya me ji gelekan jî tune ye. Me jî mal, milk, dayik, bav, xwişk, bira, zarok, cîran, war û hemû jiyana xwe li pey xwe hişt û em hatin. Koça me ya ewil em 10 saetan meşiyan û em hatin Efrînê. Piştî demekê em li Efrînê man, em nîv birçî û nîv têr ji Efrînê derbasî Hatayê bûn. Ji Efrînê heta Sînorê Hatayê em rojekê meşiyan. Em hemû ji teqet de ketin. Piştî em rojekê li kampan pan, me dît ku şert û mercên vir nayên jiyîn, me biryar da ku me biçin cem xizmên xwe yên Stenbolê.    KOÇ LI SER KOÇÊ    Abdullah, destnîşan kir ku dema ji Hatayê derketin û berê xwe dan Stenbolê heviyek din bi wan re çêbû û wiha lê zêde kir: "Em bi otobusê piştî 12 saetan gihiştin Stenbolê. Em serê sibê li bajarekî pir qelebalix û bi deng hişyar bûn.  Vê rewşa bajar em tirsandin. Em bi rêya nasên xwe yên berê hatine Stenbolê re hatin semta Yenîbosna. Kurê min ê mezin Muhammet Mustafa wê demê 14 salî bû. Li fabrîqeya tekstilê dest bi xebatê kir. Wî debara malê dikir. Heta demekê jiyana li Stenbol ji bo me pir zor û zahmet bû. Em 4 salan li Stenbolê man. Me tenê bi Kurdî zanibû. Ji ber ku me bi tirkî û zimanê din nizanibû me nikarîbû zêde diyalog pêş bixistaya. Dema em diçûn nexweşxaneyê ne nikaribû derdê xwe bianiya ziman. Me bi Erebî û Kurdî zanibû. Tercûmanê Erebî hebû, lê tercûmanê Kurdî tune bû. Dema zarokên me li kolanê dilîstin jî rastî zor û zahmetiyan dihatin. Kurê min ê biçuk Firaz, 8 salî bû. Dema li kolanê dilîst ji ber ziman nizanîbû û ji parkê reviya li ser kolanê erebeyê lê qeliband. Piştre em ji Stenbolê hatin Îzmirê. Min ji wê demê û şûnde xwest vegerim ser axa xwe.    XWEZÎ TU CARÎ ŞER NEBÛYA Û EM NEHATINA VAN DERAN   Endamê malbatê Muhammet Mustafa Huseyin ê 21 salî jî diyar kir ku karê tekstîlê ku li Stenbolê dest pê kir, li Îzmirê berdewam dike û wiha got: "Patronê me tu carî wekî karkerên din nêzî me nabe. Heqê kêm didin me. Ji bo ez ji kar nayêm avêtin dengê xwe nakim. Dema ez nû hatim Tirkiye 14 salî bûm. Min kes nas nedikir û pir bêzar dibûm. Ji ber ku em welatiyên Sûriye bûn bi cavên cuda li me nerîn. Em 4 salan di nava zor û zahmetiyên mezin de li Stenbolê man. Ez niha bûme karkerê tekstîlê û osteyê makînê. Heqê ku welatiyên Tirkiye distinin û welatiyên Sûriye distînin pir pir cuda ye. Heqê pir kêm didin me. Keda me dixwin em heqê keda xwe nastînin. xwezî tu carî şer nebûya û em nehatina van derana. Mala mirovan bi qasî lûsa çûkekî be jî çêtir e ji xerîbiyê. Mala me tev belav bû. Em bêkes man. Xeyala min a herî mezin ez dîsa li ax û warê xwe vegerim e. Ez dixwazim vegerim warê xwe."   MA / Esra Solin Dal