Ocalan: Divê HDP rêya xwe biparêze 2019-06-21 10:07:46 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê hevdîtina çaremîn a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daxuyanî da. Ocalan ji parêzeren re got: “Divê HDP rêya xwe biparêze. Divê ew bi xwe biryara xwe bidin."    Buroya Huqîqê ya Sedsalê têkildarî hevditina çaremîn a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku di 18'ê Hezîranê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê kirin, agahî dan. Parêzeran di daxuyaniyê de wiha gotin: “Birêz Ocalan got divê HDP feraseta îtîfaqa demokratîk ku di xwe de ava kiriye, neke niqaşên hilbijartina rojane û nebe aliyê niqaşên rojane. Ocalan bal kişand lihevkirina civakî û xwest nebe xwê û îsota berberî û dubendiyê.  Ocalan destnîşan kir ku siyaseta berberiyê û gotinên heqaretê ya bi rêya demagojiyê, siyaseta pevçûn û şer e û xwest HDP rêya xwe biparêze. Xwest em van xisûsan bi HDP'ê re parve bikin û bê niqaşkirin. Dîsa diyar kir ku HDP ku partiyek siyasî ye, ew bi xwe xebatên xwe dike û ew bi xwe biryarên xwe dide û wê HDP biryarên xwe bide."    HEVDÎTINA PARÊZERAN    Daxuyaniya Buroya Hiquqê ya Sedsalê ku bi nivîskî parve kirin wiha ye:    “Me bi muwekilê xwe Birêz Abdullah Ocalan re di 18.06.2019'an de li Îmraliyê hevdîtina parêzeran kir. Brêz Ocalan wekî hevdîtinên berê di vê hevdîtinê de jî der barê gelek mijaran de nirxandin kir. Nerînên xwe parve kirin. Ev mijar bi giştî; grevên birçîbûnê, têkiliyen Kurd û Tirk, dîroka Kurdan, kesayetî û çanda Kurdan, rewşa Sûriye û Bakurê Sûriyeyê û tiştên pêkan, derfet û rêbazên Siyaseta Demokratik-Îtîfaqa Demokratik, siyaseta rojane ya li Tirkiye û geşedanên pekan axivî.    JI XEYNÎ MUHATTAPAN PARVEKIRINA ME TUNE YE    Birêz Ocalan di heman demê de li ser siyaseta rojane û geşedanên pêkan nivîs nivîsiye. Xwestiye vî metnî û naveroka hevdîtinê berî her tiştî bi muxatabê wê yê sereke HDP'ê re em parve bikin û niqaş bikin. Me jî li ser daxwaza Brêz Ocalan, nivîs û nirxandinên ku wî kiribûn, bi rêveber û rayedarên HDP'ê re parve kir. Me plan kir ku roja înê di 21'ê Hezîrana 2019'an de bi raya giştî re parve bikin. Bi taybet em dixwazin bînin ziman ku ji xeynî vê parvekirina bi muxataban re me bi tu kesên din re parve nekiriye.   DIVÊ EM BI BALBARÎ Û BERPIRSIYARÎ NÊZÎK BIBIN   Me li gorî plana xwe hevdîtin dikir û hewl da daxuyaniyê bidin. Di vê navberê de me parvekirinên kesê bi navê Alî Kemal Ozcan di saetên êvarî de dît. Di saetên êvarî de bi parêzerê buroya me re jî hevditin kir û îdîa kir ku hevdîtin kiriye. Em ne xwedî agahî bûn ku ji xeynî parêzeran kesekî din bişînin Îmraliyê. Ji 2'ê Gulanê heta niha hemû hevdîtinên ku em bi muvekîlê xwe re dikin ewil em bi muxataban re parve dikin û piştre em bi raya giştî re parve dikin. Em di ferqê de ne ku sekn û gotina muwekilê me hemû civakê û qada polîtîk eleqeder dike. Em hewl didin ku daxuyaniyên xwe li gorî vê berpirsiyarê bînin cih. Ji ber vê yekê ji hevditina 2'e Gulanê heta niha li dijî hemû kes û komên ku der barê Îmrali û muwekilê me de dixwazin bi mere têkevin nava dan û stendinê em bi baldaî û berpirsiyarî tev digerin. Xisûsên ku Ozcan têkildarî hevdîtinê anî ziman û şiklê parvekirina bi raya giştî re, gotinên anîn ziman tenê wî eleqeder dike. Beyî ku em bi muwekilê xwe re hevditin bikin, em nikarin teyît bikin û bersîv bidin. Rewşa me ya em bersîv bidin tune.    Em peyama Birêz Ocalan a di hevdîtima me ya 18.06.2019’an de pêk hat û nivîsa ku nivîsandiye di pêveka daxuyaniyê em bi raya giştî re parve dikin.    Her hevokek metnên Birêz Ocalan bi qasî pirtûkekê ye û bi naveroka metne re pêşniyar û nêrînên divê bên nirxandin kir.    Wê peyamên wî yên berfirehtir ên derbarê çareseriyê de hene. Wî bi xwe jî ji vê yekê re got ‘hêvî ye.’ Di hevdîtinên beriya niha de jî behsa zimanê berberiyê kiribû. Dîsa vî zimanê berberiyê dubare kir. Diyar kir ku divê rêya sêyemîn bê parastin. Birêz Ocalan di çarçoveya nîqaşên rojane de diyar kir ku îtîfaqa demokrasiyê divê di dîlema alî û taliye de neyê kirin. Birêz Ocalan dibêje ku HDP rêya sêyemîn esas bigire û vê yekê biparêze. Diyar kir ku ev her du halên berberîbûnê ji destpêka avakirina komarê ve heye. Anî zman ku di van şertan de îtîfaqa demokrasiyê, wek xeta sêyemîn jî avakirina partiyek wek HDP’ê û birêvebirina wê talûkebû û ev karê wêrekiyê bû. Bi me re parve kir ku divê partiyek wek îtîfaqa demorkatîk ku katalîzorek wêrekî û bi aqilî ya HDP’ê banga demokratîkbûnê li hemû rêxistinên siyasî bike û pêwîste siyasetek muzakere û çareseriyê bi pêş bixin.   HDP DÊ BIRYARÊ BIDE    Birêz Ocalan got divê HDP feraseta îtîfaqa demokratîk ku di xwe de ava kiriye, neke niqaşên hilbijartina rojane û nebe aliyê niqaşên rojane. Ocalan bal kişand lihevkirina civakî û xwest nebe xwê û îsota berberî û dubendiyê.  Ocalan destnîşan kir ku siyaseta berberiyê û gotinên heqaretê ya bi rêya demagojiyê, siyaseta pevçûn û şer e û xwest HDP rêya xwe biparêze. Xwest em van xisûsan bi HDP'ê re parve bikin û bê niqaşkirin. Dîsa diyar kir ku HDP partiyek siyasî ye, ew bi xwe xebatên xwe dike û ew bi xwe biryarên xwe dide û wê HDP biryarên xwe bide.   LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK Û SIYASETA AZAD    Birêz Ocalan anî ziman, feraseta tifaqa demokratîk a ku di nava HDP'ê de şênber bûye divê nebe sparteyek ji nîqaşên rojane yên hilbijartinê re û diyar kir ku mebesta wî lihevkirina civakî ye, tevnedana dubendîtiyê ye. Di wê nêrînê de ye ku siyaseta bendîtiyê bi gotinên xwe yên heqaretê û demagojiyê siyaseta şer dimeşîne, HDP divê rêya xwe biparêze. Anî ziman ku divê ev xusûs bi HDP'ê re bê nîqaşkirin û diyar kir, tevî vê yekê jî HDP xebatên xwe bi xwe dike û biryarên xwe wê bi xwe bide.   Birêz Ocalan xwedî wê nêrînê ye ku HDP partiyeke tifaqa demokratîk û danûstandinên demokratîk e, ji bo pêkanîna vê yekê jî HDP ku partiya tifaqan e divê bi tifaqên xwe siyaseta xwe xurtir bike. Anî ziman ku ji rêxistiniya herî biçûk a civakê, ji gund heta asta herî jor gelek pirsgirêk hene, giştiya van pirsgirêkan jî qada siyasetê ye û siyaset divê çareseriyeke demokratîk biafirîne.   Destnîşan kir ku divê li ser sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî siyaseta demokratîk bê afirandin û ji bo hiqûqa gerdûnî jî pênaseya Tifaqa Destûra Bingehîn a Demokratîk pêşniyar kiriye. Diyar kir ku di nava hiqûqa gerdûnî de çareseriya destûra bingehîn a demokratîk dikare bê peydakirin. Bi bîr xist ku di belavoka ji heft xalan de xeta Tifaqa Demokratîk jî hatiye destnîşankirin.   Di mijara têkiliyên Tirk-Kurd de mîna hevdîtinên dawî nirxandinên xwe domandiye. Weke ku beriya niha gelek caran anî ziman, diyar kir ku têkiliyên Kurd-Tirk beramberî hev in, Kurd nebûya Tirk nedibû, yên ku deriyên Anatoliyê li Tirkan vekirin li Malazgîrtê Kurd bûn, Osmaniyan her wiha li Çaldiran û Mercîdabikê bi lihevkirina bi Kurdan re bi pêş ve çûn. Destnîşan kir ku heman rewş yekalî nîne û ji bo Kurdan jî derbas dibe. Li gorî Birêz Ocalan divê bê lêpirsîn û eşkerekirin ku ev hevgirtina Kurd û Tirkan ji aliyê kê ve çawa û kengî hatiye qedandin û kîjan hêz bûye sedemê vê yekê. Anî ziman ku piştî ev hevgirtin bi dawî bû gelek raperînan rû dan, qirkirinên mezin pêk hatin û destnîşan kir, ku rêbaza wî cuda ye, tevî bûyerên ku di nava çil salên dawî de qewimîn her tim komkujiyên mezintir asteng kiriye û her kes bi vê zane.   Brêz Ocalan di hevdîtinê de têkildarî rêbaza siyaseta xwe jî diyar kir ku heta îro bi fikirîn, hilberîn û siyaseta afirenerî ji pirsgirêkan re çareseriyê geriyaye. Weke di çalakiya greva birçîbûn û rojiya mirinê de jî derket holê, li gel hebûna bi hezaran kesên girêdayî xwe hebûna pirsgirêkên civakî ku divê bên çareserkirin û rawestandina ewqas kar qebûl nake. Dayina hemû bar a ser piştî wî û fedakariya bi tena serê xwe rexne dike û diyar dike ku bi hişmendî, afirênerî û siyaseta ku pirsgirêkan çareser bike, herkes dikare li ser tiştan biponije. Minak, gelek meraq dike ku weke rojev dema pêşiya me de dê Şaredariya Demokratîk çiqas were pêşxistin.     Brêz Ocalan di mijara Sûriyeyê de jî esasgirtina siyaseta înşayê ya kurdan a bi ereb û gelên din re qanihkirina Dewleta Sûriyeyê ya çareseriya makeqanûnî girîng dibîne. Rêya bîngehîn a pêşîgirtina qelandin û hilweşandineke  muhtemel vê yekê dibîne.    Dîsa weke berdewama parvekirinên xwe yên di hevdîtinên beriya niha de di mijara dîrok, kesayet û çanda kurdan de nirxandinên xwe yên li ser Cizîr û Destana Mem û Zînê berdewam kir. Diyar kir ku li gel derbasbûna dîroka 400 salî jî siya Mem û Zîn hê jî li ser Cizîrê ye. Li ser dîrok, erdnîgarî û çanda Cizîrê jî nirxandina kir û bi ser "keça êzidî ya kurd" Berîvan ku di dîroka Cizîrê de kesayeteke girîng e jî nêrînên xwe yên derbarê êzidiyan parve kir. Brêz Ocalan da zanîn ku çanda kurdan rast nayê hînkirin û nehînkirina kurdî ya kurdan a zarokên xwe weke rewşe tirsnak nirxand.   PEYAMA OCALAN   Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku di 18'ê Hezîranê de nivîsandiye û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parve kir wiha ye:   “Di mijara însîyatîfa takekesî ku min bi wesileya bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê girt de geşedanên muhtemel ên pêk werin jî li ber çav girt û pêwîst dît ku vê daxuyaniyê bidim.  Derbarê pêvajoya çareseriyê de min qala helwesteke zelaltir û kûrtirkirî kiribû. Min bi vê perpektîfê li geşedanên heyî nerî. Uslûba şer û dubendiyê ku mora xwe li pêvajoya piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê da û dubendiya kevneşop a Tirkiyeyê derbas nekir, derketiye holê ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî girantir kiriye. Tifaqa Demokratîk ku xwe di HDP'ê de dibîne û girêdayî vê yekê opsiyona muzakereya demokratîk ku li dijî rastiya tifaqên Cûmhûr û Millet e ji xwe re wek navend çareseriyê esas girtiye.   Divê were dîtin ku dema bê wê pirsgirêkên civakî yên navxweyî, pirsgirêkên herêmî û global girantir bibin, lewma gelekî girîng û bi wate ye ku ev helwesta rêya sêyemîn bê parastin. Di vê çarçoveyê de feraseta Tifaqa Demokratîk a ku di nava HDP'ê de şênber bûye, nabe ku bibe mijara nîqaşa rojane ya hilbijartinê. Divê girîngiya Tifaqa Demokratîk û wateya wê ya dîrokî angajeyî dubendiyên berdest neke û weke heta niha kirî, di hilbijartinê jî li ser xeta xwe ya bêalî raweste.   Xeta li ser bingeha sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnê platforma siyasî ya herî rast û hilberandina encamê ye. Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin.   18.06.2019 Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê   Abdullah Ocalan"