Doza "biçûkxistina Serokkomar" li berdevkê OGÎ'yê Boltan hat vekirin 2019-06-21 09:50:48 AMED - Ji ber daxuyaniyekê bi hinceta "biçûkxistina Serokkomar" û "biçûkxistina peywirdarê cemaweriyê" li Berdevkê OGÎ'yê Hakki Boltan doz hat vekirin. Ji bo Boltan 6 6 sal ceza tê xwestin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna ku ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê ya têkildarî Midurê Karê Nivîsan ê Aazadiya Welat Rohat Aktaş ku dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê di jêrzemînekê de asê mabû, derbarê Berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan vekiribû, piştî 4 salan temam kir. Angaştnameya ku ji ber "biçûkxistina Serokkomar" û "biçûkxistina peywirdarê cemaweriyê" derbarê Boltan de hatibû amadekirin, ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Amedê ve hat qebûlkirin. Di angaştnameyê de ji ber "biçûkxistina Serokkomar" ji salekê heta 4 salan û ji ber "biçûkxistina peywirdarê cemaweriyê" jî ji 3 mehan heta 2 salan bi giştî ji 15 mehan heta 6 salan ceza ji Boltan re tê xwestin. Rûniştina yekemîn a dozê dê di 14'ê Mijdarê de li 2'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Amedê bê dîtin.    'NE TÊKILDARÎ KUŞTINA ROJNEMAGERAN TÊKILDARÎ BANGA  DOZ HAT VEKIRIN'   Berdevkê OGÎ'yê Hakki Boltan têkildarî doza xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Boltan bi bîr xist ku daxuyaniya ku bûye mijara dozê têkildarî birîndariya Rohat Aktaş dane û ev tişt anî ziman: "Em rojnameger bûn, her tiştî kêlî bi kêlî dişopand. Ji bo aghdariya raya giştî me daxuyanî da. Birindariya rojnamegerekî ji bo me rêxistinên rojnamegeriyê tiştekî giran bû û bêdengiya me nedihat qebûlkirin. Me banga hestiyariyê li rayedaran dikir. Bangên me li ber çavan negirtin. Heke bigirtan dê îro Rohat Aktaş di nav me de bûna. Me bang li Serokwezîrê Demê Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dikir. Daxuyaniya me ji bo sax derxistin hevalê me ya ji wir bû. Kuştina rojnamegerekî nebÛye mijara dozê banga me bûye mijara dozê û weke biçûkxistinê hatiye hesibandin. Ji biçûkxistinê wêdetir bdaxwaza pêkanîna peywirê bû."    MA / Aydın Atay