Omer Ocalan: Dewlet ji nû ve eşîrparêziyê gûr dike 2019-06-21 09:27:21 RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ku li Sêweregê der barê komkujiya li Gundê Çetîkê rûda de lêkolîn kirin, diyar kir ku eşîrparêzî, malbatperestî û qebîleparêzî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de behsa wan kiribû, ji nû gûr dikin.  Li Taxa Çeltîk a Sêwerega Rihayê, ji ber nelihevkirina li ser erdan, Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş û Serdar Delen hatibûn kuştin. Heyeta HDP'ê ji bo lêkolînê çûbû herêmê. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ku di nav heyetê de cih girt, rewşa li herêmê û bûyer ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Li gorî Ocalan, dewlet dixwaze li herêmê ji nû ve eşîrparêzî, malperestî û qebîleparêziyê biafirîne.    'EŞÎRPARÊZIYÊ PÊŞ DIXIN'   Ocalan, bilêv kir ku dewletê Rihayê ji xwe re wekî "herêma pîlot" hilbijartiye. Ocalan, diyar kir ku li Sêweregê 4 kes bi çekên otomatîk hatin kuştin û kiryarên bûyerê 2 kesên reviyane jî di qezaya tarfîkê de kuştiye. Ocalan, got ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.  Ocalan, diyar kir ku bi taybetî Riha û bi tevahiyî li Tirkiyeyê mirov tên biçekkirin û got: "Li Rihayê çekên otomatîk wekî avê tên belavkirin. Wekî tê zanîn di 14'ê Hezîrana 2008'an de li Pirsûsê bûyerek qewimî. Di wê bûyerê de kiryar nehatin girtin û lêpirsîn jî nehat destêkirin. Em vê yekê bi polîtîkaya dewletê ve girêdidin. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi parêzerên xwe re, gotibû pergal ji nû ve eşîrparêzî, malbatperestî û qebîleparêziyê xurt dike. Li Şirnex û gelek deverên Kurdistanê dewlet peragala eşîrparêzî, herêmparêzî û cerdevanîtiyê xurt dike. Mekanîzmaya dewletê vê yekê dipihpihîne. Eşîrparêzî ji nû ve pêş dixin."     KURDAN BI KURDAN DIDIN ŞIKANDIN    Ocalan, bilêv kir ku Eşîreta Îzolê avaniyeke kozmopolît e û got: "Gelek ji wan di di gelek partiyên siyasî de cih digirin. Dewlet Eşîreta Îzolê hilbijart û dixwaze eşîrparêziyê ji nû ve zînde bike û têxe xizmeta dewletê û bi vî awayî kurdan bi kurdan bide şikandin."    HIŞYARΠ   Ocalan, bang li kurdan kir ku bi tu awayî berbayî van porvakasyonan nekevin û got: "Dewlet polîtîkayên bi salan de diceirbîne ji nû ve dixe dewrê. Em baş dizanin dewlet gel teşwîq dike ku hev bikujin. Li vira mirovên xwedî bi hezaran donim erd in hene. Her kes bi bajarê me dizane. Bi hezaran mirov wekî akrkerên demsalî diçin derve. Lê li vira bi hezaran donim erdên şexsekî, malbatekê hene. Ji bo hin erdên din li ser erdên xwe zêde bike birayên xwe, pispamên xwe dikuje. Dewlet, dixwaze li vira hêzeke navendî çêbike. Vê yekê jî di ser hin malbatan re dike. Ev yek zirarê dide Kurdistanê. Em dixwazin di vî warî de gelê me hesas be. Divê ebrbayî van polîtîkayên qirêj ên dewletê nebe."    Her wiha Ocalan saziya siyasetê jî rexne kir û destnîşan kir ku peywira xw etam bi cih nayne û got: "Eger di daketina nav civakê de, di serwextkirinê de civak peywira xwe bi cih bîne wê bûyerên bi vî awayî rû nedin. Lê mixabin ev bûyer diqewimin. Di vî warî de kêmasiyên siyasetê hene. Wexta di qada civakiyî de valahiyek hebe, wê çaxê dewlet vê yekê bi rê û rêbazên xwe dadigire. Birêz Ocalan gelek caran gotiye; eşîrparêzî, malbatparêzî û qebûleparêzî ji bo dewletê bûye malzeme û dewletê vê yekê li ser kurdan pêk tîne. Em baş dizanin dewlet hêleke malbatê be rbi xwe ve dikişîne, erkên bêsînor dixe nav lepan. Divê ev mijar di nav civakê de baş bê nîqaşkirin. Ji ber atmosfera siyasî û rewşa pevçûnî saziyên siyasetê ji gel dûr ketine. Lê divê ji niha û pê ve her kes bi rol û mîsyon tev bigere û di nav gel de bêtir bal bikişîne ser van mijaran."