Komeleya jinan girtin, lê deyn negirtin 2019-06-21 09:25:23 STENBOL - Komeleya Jina ya Gokkuşagi ku 13 salan li hemberî tundiya li dijî jinê têkoşiya bi KHK'ê hatibû girtin. Lê hîn jî fatûreyên ceryan, av û înternetê yên komeleyê tên.  Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hat îlankirin û paşê bi KHK'yan gelek sazî hatin girtin. Yek ji van saziyan jî Komeleya Jina ya Gokkûşagiyê ye ku di 22'yê Mijdara 2016'an hat girtin. Komele, di 13 salan de li Stenbolê li dijî her cure şideta li hemberî jinê têkoşiya.  Endama Desteya Rêvebir a Komeleya Jina ya Gokkûşagiyê Nazmiye Ulker bal kişand ser xebatên komeleyê.    ‘JIN BI RIHETÎ DIHATIN'    Ulker, bilêv kir ku di sala 2003'yan de li dijî siyaseta baviksalarî bi vîna jinê tev geriyane û komele ava kirine. Ulker, anî ziman ku bi komeleyê wan têkoşîna li dijî şideta jinê esas girtiye û bi piştevaniyî tev geriyane. Ulker, destîşan kir ku jinên serî li komeleya wan didan wan rê li ber wan dixist û di warê hiqûqî de wan alîkariya wan dikir û li dijî şidetê wan diparast. Ulker, got: "Jinên bi şidetê re rû bi rû diman bi rihetî dikaribûn bên komeleya me û çi ji destê me dihat me alîkariya wan dikir."    DARBEYA LI HEMBERÎ VÎNA JINÊ    Ulker, got: "Di şevekê de 370 komele hatin girtin. Piraniya wan jî komele, navend û weqfên jina bûn. Paşê êrîşî destekftiyên jina kirin. Mesela, qanûnên ku devjihevberdanê ferz dikin, mafê nafaqayê hwd. Ji ber kujerên jina 'taxim li xwe dikirin, qerewat girê didan' cezayên wan pir rihetî hatin daxistin. Piştî vê bûyerên şidetê, taciz û tecawuzê yên li hemberî jinan zêde bûn. Gokkuşagi û komeleyên din ên jina li hembrî vê li ber xwe didan, daxilî dozên jina dibûn û ji nêz ve doz dişopandin û hesab ji kujeran dipirîn. Lê belê bi derewîn herî zêde darbe li vîna jinê kirin."    Ulker, bilêv kir ku îktîdar tenê wekî "dayik, xwişk, extiyar û objeyeke ku li zarokan mêze dike" li jinê dinere. Ulker, diyar kir ku 50 ji sedî yê civakê jin in, lê belê vîna jinê nayê hesibandin. Ulker, destnîşan kir ku li hemberî van tiştan hemûyan jî jin di 30 salê dawî de li hemberî zext û zoriyan têkoşiyane û got: "Jin dibêjin 'Ez jî heme, ez bi vîna xwe hêzeke xurt a rêxistinkirî me, di hemû qadên jiyanê de têdikoşim.'" Ulker, destnîşan kir ku wê jin destkeftiyên xwe ji êrîşên ku pergal ferz dike re nehêle û ji bo destekftiyên xwe hîn jî têdikoşin.    ‘KHK'YAN NIKARIBÛ DENGÊ JINÊ BITEPISÎNE'    Ulker, destnîşan kir ku piştî komeleya wan hatiye girtin, jin hêrstir bûne û têkoşîna xwe dewam kirine û got: "Jina negot em nikarin tiştekî bikin, berkesê wê hêrstir bûn. Her ku destekftiyên jinan ji dest çûn, jin hêrstir bûn. Di 8'ê Adaran, di 25'ê Mijdaran de hatin cem hevdu. Xebatên ku me berê li komele û saziyan dikir, niha em wekî komên serbest, lis er înternetê, medyayên civakî didomînin. Em di şevekê de dibin bi sedan jin. KHK'yan nikaribû dengê jinan bitepisîne."    ‘HÎN JÎ DEYN TÊN'    Ulker, destnîşan kir ku piştî komeleya wan hatiye girtin wan serî li rêyên hiqûqî daye û got: "Bifikirin, komeleyeke jinan bêyî delîlek jî hebe di şevekê de hat girtin. Me jî xwest em bêjin 'ev der komeleyeke jina ye, ji bo fêdeya jinan xizmetê dike, xwedî li jina derdikeve, çima we ew girt?' û doz bikin, lê me nikaribû doz veke. Doza me red kirin û wan bi xwe doz li me vekir. Piştî bi KHK'ê komele destgîrkirin sifeta komelebûnê betal bû. Wek komele ji ber em niakrin di warê hiqûqî de tiştekî bikin, me nikaribû fatûreyên ceryan, înternet û avê jî betal bikin. Ji ber vê deyn li ser deyn tê. Em diçin dibêjin ev deyn ji bo çi tê, lê sifetê me qebûl nakin. Wexta deyn tê û em dipirsin ê kê ye, nabêjin."    ‘EM Ê DÎSA VEKIN'    Ulker, diyar kir ku tevî van tiştan jî dîsa li kuçe û kolana têkoşîan wan dewam dike û got: "Komeleya jinê girtin. Lê ev nayê wateya ku em ê biçin mala xwe rûnên. Berkesê wê jin li dijî vê feraseta ku keda wan bin pê kir hêrstir bûne û têkoşîan xwe didomînin. Em ê komeleyên me yî hatine girtin dîsa vekin."    MA / Berivan Altan - Sadiye Eser