Daneyên dawî yên Lêkolîna Avrasya: hilbijêrên AKP'î kêm dibin, ferq dê mezin be 2019-06-21 09:24:14 STENBOL - Li gorî daneyên dawî yên Lêkolîna Avrasya 180 hezar hilbijêrên kurd di 31'ê Adarê de neçûne ser sindoqê, lê wê di 23'yê Hezîranê de biçin û dengê xwe bidin Îmamoglû. Li gorî daneyên wê beşdarbûyîna hilbijêrên AKP'î jî kêm dibe û tê payîn wê ferqek mezin çêbibe.  Di hilbijartina 31'ê Adarê de ji sê şîrketên anketî yên beriya hilbijartina 31'ê Adarê encamên hilbijartinê rast şîrovekiribûn yek jê jî Avrasya Araştirma bû. Serokê Avrasya Araştirmayê Kemal Ozkîraz, daneyên dawî yên ji qadê berhev kirin bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.    Ozkîraz, bilêv kir ku di kampanyaya Namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû de guherîn çênebûne û got: "Lê Yildirim bi temamî kampanyaya xwe guherand. Hewl dide profîleke nerm nîşan bide. Dixwaze xwe ji partiya xwe û pêşengê xwe cudatir nîşan bide. Nexasim ji bo dengê kurdan bigire dixwaze sê meh beriya niha bide jibîrkirin. Lê bi ser nakeve. Gotina wî ya 'ê mexdûr em in' komîk e."    Ozkîraz, daneyên ji qadê berhev kirine parve kirin:    "* Di lokasyonên ku hilbijêrên AKP'ê zêde ne de beşdarbûyîn kêm, di lokasyonên ku hilbijêrên CHP'ê lê zêde ne beşdarbûyîn pir e.    * Wê ferqek mezin çêbibe. Di her hilbijartinê de hilbijêrên CHP'ê digotin 'çawa be em ê bi ser nekevin.' Lê niha hilbijêrên AKP'ê heman tiştî dibêjin. Ferqek çêbibe wê ji ber vê be.    * Di rewşa hilbijêrên kurd de guherînek heye. Bi qasî 200 hezar hilbijêrên kurd, di 31'ê Adarê de neçûbûn ser sindoqê. Lê wê di vê hilbijartinê ji evan hilbijêran 180 biçins er sindoqê û dengê xwe bidin Îmamoglû.    * Tişta ku Erdogan ji weşanê hêvî dikir çênebû, ji ber vê her tiştî li moderator bar dikin. Sedema ku moderator ji taxa din hat hilbijartin jî ev bû. Erdogan mecbûr ma dakeve qadê, lê ne bawerim êdî hin tiştan bi ser hev bîne.    * Wê di hilbijartinê de unsûrên wekî 'Canan Kaftancioglû û xwedîderketina li sindoqan', 'Îmamoglû û baweriya serketinê', 'beradayîtiya ji çar dengan betalkirina dengekî' diyarker bin.    MA / Deniz Nazlim