Serokê TGS'ê Dûrmûş: Zext û zoriyên li ser rojnamevanên kurd zêdetir in 2019-06-21 09:23:21 QERS - Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê rojnamevan bi zext û zoriyên cidî re rû bi rû dimînin û got: "Nexasim jî li ser rojnamevanên kurd zext û zoriyên zêde hene. Çareserkirina van zext û zoriyan jî ew e ku ên li rojavayê welêt rojnamevaniyê dikin û ên li rojhilatê wlat rojnamevaniyê dikin divê bibin yek."  Li Tirkiyeyê her diçe zext û zorî, şidet û sansura li ser rojnaeyan zêde dibe. Niha li Tirkiyeyê 162 rojnamevan di girtîgehan de ne. Li gorî rapora 2019'an a Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Tirkiye di warê Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di rêza 157'an de ye. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyey (TGS) Gokhan Dûrmûş, zext û zoriyên li ser rojnamevanan nirxand.    'EM ROJNAMEVANIYÊ DIPARÊZIN'    Dûrmûş, bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî û got: "Gelek rojnamevan bi hincetên wekî alîkariya rêxistinê hatin girtin. Lê wexta em li îdianameyên rojnamevanê girtî dinerin, em dibînin ku ji ber nivîsên xwe, ji ber şîroveyên xweyên di televîzyona de hatine girtin. Em wek sendîka ji sala 2010'an ve ji bo azadiya çapemeniyê bi awayekî cidî têdikoşin. Em dibêjin, li cihekî rojnamevanî ne azad be wê nûçe jî ne azad bin. Sedema vê jî ew e ku îktîdar rojnamevan hedef digire. Di sala 2010'an de wextam ji bo rojnamevanê girtî têkoşiyan, me destek ji gel digirt lê niha em dibînin ku ev destek jî pir kêm bûye. Ev yek ji ser berberîbûna çapemeniyê ye jî. Li Tirkiyeyê rojnamevanek jî girtî be, ji bo azadiya çapemeniyê birîneke giran e. Loma em dixwazin hemû hevpîşeyên me bên berdan û azad bibin."    ‘EM DIKARIN PIRSGIRÊKAN HEL BIKIN'    Dûrmûş, destnîşan kir ku li DMME'yê nêzî 30 dosyeyên rojnamevan hene û got: "Dosyeyên hin rojnamevanê populer bi lez û bez pêş ve diçin, lê yên popularîteya wan pir tune ye jî pir tên sekinandin. Mesela dosyeya Îdrîs Sayilgan gelekî bi derengî ketibû. Careke din doza parêziyê hat kirin. Biryarên DMME'yê yên der barê azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de pir girîng in. Helbet wê ev biryar azadiyê çapemeniyê neynin Tirkiyeyê. Wisa difikirimm dema rojnamevan bên gel hevdu û xwedî li hevpîşeyên xwe derkevin wê ev pirsgirêk bên helkirin."    ZEXT Û ZORIYÊN LI SER ROJNAMEVANÊN KURD    Her wiha Dûrmûş, bal kişand ser rewşa rojnamevan Ayşe Duzkan ku ji ber tev li kampanyaya piştevaniyê ya Ozgur Gundemê bibû û hatibû girtin û diyar kir ku hinceta girtina wê hinceteke beradayî bû. Dûrmûş, bilêv kir ku ji xeynî Duzkanê 40 rojnamevanên din ên destek dan Ozgur Gundemê jî hatine darizandin û got: "Li ser rojnamevanên kurd zext û zoriyeke zêde heye. Çareserkirina van zext û zoriyan jî ew e ku ên li rojavayê welêt rojnamevaniyê dikin û ên li rojhilatê wlat rojnamevaniyê dikin divê bibin yek. Sedema ku li ser rojnamevanên kurd zext û zorî zêde ne jî, şert û mercên giran ên herêmê ne. Ji ber tiştên rojnamevanên kurd bi raya giştî re parve dikin tiştên rasteqîne ne, zext û zorî jî zêde dibin. Lê ez nabêjim zext û zorî li ser rojnamevanên ne kurd jît une ne. Îktîdar, ji bo rastî negihê civakê bi zext ûz oriyî tev digereç Di dîroka Tirkiyeyê de rojnamevan tim hedef hatine girtin lê nûçe jî tim gihaye ber destê gel. Wê ji niha û pê ve jî bigihê. Em tên binçavkirin, tên girtin lê bi awayekî em nûçeyan digihînin gel."    MA / Ayşe Surme