Maşîneya zirxî hestiyên wê şikand 2017-11-20 12:45:24 MÊRDÎN – Maşîna zirxî ya polîsan duh li navçeya Kerboranê li Fatma Nure Dursun qeliband û gelek hestiyên Dursun şikandin.  Duh di saetên êvarî de polîsan bi maşîna zirxî li taxa Saray a navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, li Fatma Nure Dursun a zêdeyî 60 salî ye qeliband û birîndar kirin. Dursun, duh bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Midyadê û li wir derman kirin. Îro di saetên sibê de Dursun sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Hat zanîn ku milekî Dursun şikestiye û hestiyên çîpên wê jî şikestine.