ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN 2019-06-21 09:00:37 * Tê gotin piştî endamên OSO'yê yên ji bo li dijî HTŞ'ê şer bikin şandin Îdlibê direvin, valahiye çêbûye û ji bo ev valahî bê helkirin ji navendên paşvegerînê yên Hatayê, bi 100 dolarî belgeyan bi penaberan didin îmzekirin û wan dişînin Îdlibê.  * Li Wanê her çend serdema dawetan dest pê kiribe jî, terzîvan, zêrker û komên muzîkê yên di vê qadê de dixebitin diyar dikin ku rewşa karê wan nebaş e.    * Her çend bûbe cihê bertekên mezin, Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê dîsa jî bi a xwe kir û ji bo Santrala Enerjiyê ya Biyokutleyê û navendên depokirina çopan, xebatên xwe yên li ser Hewzeya Ava Asiyê didomîne.    * Serokê Gişştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê rojnamvean bi zext û zoriyên cidî re rû bi rû dimînin û got: "Nexasim jî li ser rojnamevanên kurd zext û zoriyên zêde hene. Çareserkirina van zext û zoriyan jî ew e ku ên li rojavayê welêt rojnamevaniyê dikin û ên li rojhilatê wlat rojnamevaniyê dikin divê bibin yek."    * Li gorî daneyên dawî yên Avrasya Araştirmayê, 180 hezar hilbijêrên kurd di 31'ê Adarê de neçûne ser sindoqê, lê belê wê di 23'yê Hezîranê de biçin û dengê xwe bidin Îmamoglû. Her wiha li gorî daneyên wê beşdarbûyîna hilbijêrên AKP'î jî kêm dibe û tê payîn wê ferqek mezin çêbibe.    * Der barê Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan  de bi hinceta "Heqaret li Erdogan kiriye" doz hat vekrin.    * Malbata penaber a Sûriyeyî Sultan Muhammed Abdullah ku 7 sal berê ji ber şerê li Sûriyeyê koç kirin û hatin Tirkiye, di nava 7 salan de 3 bajar guhertin. Malbata Sultan Muhammed Abdullah piştî hatin Hatayê derbasî Stenbolê bûn û ji wir jî hatin Îzmirê û niha dixwazin dîsa vegerin ser ax û warê xwe.    * Komeleya Jina ya Gokkuşagi ku tam 13 salan li hemberî şideta li dijî jinê têkoşiya bi KHK'ê hatibû girtin. Lê belê hîn jî fatûreyên ceryan, av û înternetê yên komeleyê tên.    * Endama Komîtaya Çand û Perwerdehiyê ya Parlementoya Ewropayê Jûlîe Ward, destnîşan kir ku divê ji bo parastina Heskîfê he rkes bitêkoşe û got: "Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe."    * Parêzer Rojhat Dîlsîz ê biryara beraet û birîna cezayê bi pere yên polisên ku li Silopyayê bûn sedema mirina birayên hev Mûhamed û Fûrkan Yildirim îttîraz kir, anî ziman ku dema bersûc dibin polîs û leşker, dewlet hemû mekanizmayên xwe dixe dewrê û ji bo parastina bersûcan tişta ji dest tê dike.”   * Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ku li Sêwregê der barê komkujiya pêk hat de lêkolîn kirin, diyar kir ku eşîrparêzî, malbatperestî û qebîleparêzî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de behsa wan kiribû, ji nû ve tên saxkirin.   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê li Beşîktaşê Komeleya Endamên Hindekariyê ziret bike û dûre dê li Parka Kadriye  Moroglû ya Kuçukçekmecê bi gel re bên gelhev.  (14.00-20.00)    * Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li Zeytînbûrnû tevlî şahiya ji bo gel bê lidarxistin bibe. (20.00)   * Odeya Bijîşkên Diran a Amedê, bi armanca tundiya li Ortodonîst Gulay Berber a li Nexweşxaneya Tendirustiya Diran û Dev dixebitî hat kirin şermezar bike, dê li ber nexweşxanê daxûyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Baroya Amedê ji bo faîlê Tahîr Elçî bê dîtin û darizandin wê li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 180’emîn de çalakiya xwe berdewam bike. (13.30)   * Li Amedê, gelek sazî û dezgeh heyî, dê li dijî tudiya jinan li Dûryana Dunya a navçeya Peyasê lihev kom bibin û meşekê li dar bixin. (19.00)   * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dê di çarçoveya "Roja  Hay jê Hebûna Hewzeya Gola Wanê" de, li bajêr tora duçerxê pêk bîne û qada Îskeleyê paqaj bike. (10.00)   * Li bendê ye Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî daxuyaniyên duh der barê Ocalan de hatibûn gotin îro daxuyaniyê bidin.