Karkerê 8 rojin di grevê de ye: Çima 270 karker ji kar derxistin? 2017-11-20 12:35:51 ÎZMÎR – Karkerê Şaredariya Bajarê Mezîn a Îzmirê Mahîr Kîliç, 8 rojin di greva birçîbûnê de ye. Şaredariyê diyar kir ku ji ber Sûcê dîsîplînê kiriye ji kar hatiye dûrxistin. Kiliç jî pirsa "Ger ku min sûcê dîsîplînê kiribe, çima 270 karkerên din hatin dûrxistin?" pirsî.  Şîrketa ÎZENERJÎ ya aydî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê bi sedema doza kadro û mafê xwe yê berê vekirine 271 karker ji kar dûrxistin. Piştî karker ji kar hatin dûrxistin Mahir Kiliç (35) 8 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê têkildarî çalakiya Mahir Kiliç daxuyanî da û diyar kir ku ji ber Kiliç sûcê dîsîplînê kiriye ji kar hatiye dûrxistin.    KILIÇ: GER MIN SÛC KIRIBE 270 KARKER ÇIMA HATIN AVÊTIN?   Karkerê Şaredariya Bajarê Mezîn a Îzmirê Mahîr Kîliç ku 8 rojin di greva birçîbûnê de ye, bertek nîşanî daxuyaniya şaredariyê da û wiha got: "Ger ku min sûcê dîsîplînê kiribe, çima 270 karkerên din hatin dûrxistin? Ez karkerê paqijiyê me. Sergo kom dikim. Midûrê Daîreya Serokatiya Bermahiyên Hişk  xwest der barê kesên bi rîh de girtek bê girtin. Me hemû hevalan ev yek îtîraz kir. Bi sedema min 2 rojan riha xwe kur nekir der barê min de jî girtek amade kirin û ez ji kar avêtim. Personelê ÎZENERJî K.M. yê der barê min de girtek nivîsand 10 roj bûn riha xwe kur nekiribû. Hemu kesan ev yek îtîraz kir. Ji ber me îtîraz kir 3 roj ji yewmiyên me qut kirin. Dîsa mijarek din min wêneyê naylonên sergo kişandin û min ji serokê daîreyê re şand min xwest torbe bên nûkirin. Ger ku em nûnertiya şaredariyê dikin ev şerma me tevan e. Ger ku min dîsiplîn kiribe wê demê çima 270 karkerên din hatin avêtin?"