TJA: Pirsgirêk bi bombebaranê û binavkirinê çareser nabe 2019-06-20 16:38:22 ŞIRNEX - Tevgêra Jinên Azad (TJA), li Cizîrê têkildarî êrîşa TSK'ê ya li Xakurkê û talankirina Heskifê daxuyanî da û got: "Pirsgirêka Kurd bi binavhiştin û bombekirina erdnîgarîya Kurd, talankirina warên dîrokî çareser nabe. Çareseriya pirsgirêkê bi muxatabgirtina Birêz Abdullah Ocalan çareser dibe."  Tevgêra Jinên Azad (TJA), li navçeya Cizîrê ya Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya erdnîgariya Kurd, bombekirina çiyayê Xakurkê û binavhiştina Heskifê daxuyanî da. TJA li avahiya HDP'ê ya Navçeya Cizîrê daxuyani dan û xwest talankirin û wêrankirin bi dawî bibe. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, nûnerên TJA yên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û gelek bajarên herêmê amade bûn. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr, diyar kir ku xwest daxuyaniyê li Deriyê Sînorê Xabûrê yê navçeya Sîlopî bidin û wiha got: "Lê bi biryara Waliyê Şirnexê daxuyaniya me asteng kirin. Gelek endam û aktîvîstên me yên ji deverên cuda hatin tev li daxuyaniyê bibin li gelek nokteyên cuda rastî astengiyan hatin û hatin rawestdandin. Em wekî TJA'yê  dê li dijî van astengiyên keyfî têkoşîna xwe berdewam bikin.  Li hemû qadên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi navê "Polîtîkayên Ewlehiyê" di asta komkujiyê de talan dikin. Bi van êrîşan re armanc dikin ku vê erdnîgariya me bê mirov bihêlin.  Bi zorê mirovan neçarî koçberiyê dikin. TSK di bin navê operasyona “Pençe” de li dervê sînor gundan bombe dike û sivîlan dikuje. Qadên sivîl bombe dike. Zevî, bax û bostanan dişewitîne. AKP-MHP beriya hilbijartinê bi polîtîkayên êrîşkar dixwaze li ser îktîdarê bimîne. Duh li Efrinê îro jî li Başûrê Kurdistanê êrîşan dike. Nasnameya Kurd û Kurdistanî li ku hebe êrîş dike. Em dizanin ku ev êrîş ji hev ne  cuda ne. Dîsa li Heskifê warê dîrokî û çandî di bin avê de dihêlin. Heskif Mîrata cîhanê ye. Em dixwazin ev proje bi lez bê betalkirin. Dîsa em dixwazin operasyona li dervê sînor bi lez bi dawî bibe."     JI BO ÇAREZERIYÊ OCALAN MUXATAB BIGIRIN   Îmîr, herî dawî bal kişand ser çareseryê û wiha bi dawî kir: "Pirsgirêka Kurd bi binavhiştin û bombekirina erdnîgarîya Kurd, talankirina warên dîrokî çareser nabe. Çareseriya pirsgirêkê bi muxatabgirtina Birêz Abdullah Ocalan çareser dibe. Divê Brêz Abdullah Ocalan muxatab bê girtin. Dîsa 7 xalên bi rêya parêzeran parve kiriye xalên çareserî û aştiyê ye."