Dozger xwest rojnameger Akin bê cezakirin 2019-06-20 16:36:10   STENBOL – Midurê Karê Nivîsan a rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin derket pêşberî dadger û di danişîna ewil de dozger xwest Akin bê cezakirin. Bi hêceta nûçeyên têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê çêkiriye derbarê Midurê Karê Nivîsan a rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de bi îdaya “li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Akin û parêzerê xwe Ozcan Kiliç di danişînê de amade bûn.    ‘BI ÇEND PEYVAN TEWANBAR DIKIN’    Akin parastina xwe kir û diyar kir ku wî wek midurê karê nivîsan a rojnameya Yenî Yaşamê kar kiriye û got: “Ez îdayên li ser xwe qebûl nakim. Nûçe hatine berovajîkirin. Çend peyvan ji nava hevokên nûçeyan derxistine û kirine hêcetek razber. Di hundirê tu nûçe û nivîsan de poropaganda nehatiye kirin.”    SÛCDARIYÊ RED KIR   Akin da zanîn ku nûçe ji malper û ajansên cuda hatine wergirtin û got: “Ev nûçe û nivîs ji bo agahdariya civakê hatine weşandin. Di çarçoveya azadiya çapemeniyê û ji ber ku hêjayî nûçeyê bûne hatine weşandin. Ev nûçe û nivîs teşvîkiya şidetê nake, nêvenga terorê naafirîne û di wê astê de ye ku civakê û kesan teşwîqî sûc bike. Ez van îdayên di dosyeyê de xistine stûyê min qebûl nakim.”    Parêzer Ozcan Kiliç jî parastina miwekîlê xwe kir û ji bo dikaribe ji bo parastinê bike dem daxwaz kir.    Dozgerê dozê mutala da. Dozger îda kir ku Akin “propaganda rêxistinê kiriye” û ji ber vê yekê bê cezakirin. Heyeta dadgehê jî doz taloqî 22’ê cotmehê kir.