Gunay: Hûnê têkildarî kuştina 2 sivîlên li Hezexê daxuyanî bidin? 2019-06-20 15:39:04   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, têkildarî kuştina 2 welatiyên sivîl ên li Hezexê, ji bo Cîgirê Kerokomar Fuat Oktay bibersivîne pirsname da meclisê. Gunay, diyar kir ku wê têkildarî kuştina 2 sivîlan de daxuyanî bidin ya na?   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Ebrû Gunay, bi boneya Cîgirê Serokomar Fuat Oktay, têkildarî kuştina 2 welatiyên sivîl ên li Hezexê pirsên wê bibersivîne pirsname da meclîsê. Gunay, diyar kir ku di 16'ê Hezîranê de li Newala Qoriyê ya Hezexê balafirên şer herêm bombe kirine û di bombebaranê de welatî Abdulsamet Akgul û bavê 5 zarokan Ramazan Toksoy jiyana xwe ji dest dane. Gunay, anî ziman ku Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ji gundên Wersîka yê Navçeya Kerboranê ye û wiha got: "Akgul û Toksoy mirovên sivîl in. Piştî hatin kuştin cenazeyê wan nayê naskirin. Ji ber bombebaranê laşê wan perçe bûye û şewîtiye. Li gorî vê yekê;    Di êrîşa Newala Qoriyê ya 16'ê Hezîrana 2019'an de çend kesan jiyana xwe ji dest dan. Nasnameya wan çiye? Di êrîşa bombeyî de Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy sivîl in. Agahiya we ji vê yekê heye? Hûn ê der barê kuşqtina sivîlan de tu daxuyaniyê bidin? Eskerên derketin operasyonê çima Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên sivîl nedîtine. Tekildarî mijarê tu lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di encama bombebarana Newala Qoriyêde çiqas zevî şewitiye. Ji bo xisara welatiyên ku zeviyên çandî ên hatin şewitandin bên dayîn hûn ê çi bikin?"