Dayika Ekîn Wan bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin 2019-06-20 15:30:10    WAN - Delal Erturk a 70 salî bi hinceta ku berî 6 salan bi keça xwe Ekîn Wan re wêne kêşandiye, piştî ku 3 rojan di bin çavan de ma li dozgeriyê îfade, bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin.    Polîsan li navçeya Gimgim a Mûşê bi ser mala endama YJA Starê Kevser Erturk (Ekîn Wan) ku di 10'ê Tebaxa 2016'an de li navçeya Gimgimê ya Muşê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û bedena wê hatibû teşîrkirin de girtin û dayika wê Delal Erturk binçav kirin.    Sedema binçavkirina Ertuk jî ew e ku berî 6 salan bi keça xwe Ekînê re wêne kişandiye hat nîşandin. Dayik Ekin a sewkî edliyê hat kirin, dozger bi  girtinê sewkî dadgehê kir. Hat diyar kirin ku dayik Ekin hina derneketiye dadgehê.