Partiyên kurd operasyona Xakûrkê şermezar kirin: Siyaseta eskerî çareseriyê li pêş naxe 2019-06-20 15:18:44 AMED – Partiyên kurd bi daxuyaniyek hevpar operasyona TSK’ê ya li dijî Xakûrkê şermezar kirin û gotin siyaseta leşkerî çareseriyê li pêş naxe.  Partiyên kurd Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratîk ên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Turkiye (PDK-T), bi daxuyaniyek hevpar operasyona Hêzên Çedkar ên Tirk (TSK) a li dijî Xakûrkê şermezar kirin.    ‘SIYASETA ESKERÎ ÇARESERIYÊ LI PÊŞ NAXE’    Partiyan di daxuyaniyê de diyar kir ku operasyona TSK'ê ya li dijî Xakûrkê ku dikeve Herêma Federa ya Kurdistanê di 27’ê gulanê de dest pê kir didome û ew vê operasyonê şermezar kirin û banga dawî anîna operasyonê kirin. Partiyan da zanîn ku operasyona hewayî û bejahiyê ya li dijî herêmê nayê qebûlkirin û wiha gotin: “Heta îro di bin navê ‘Çelîk-Çekîç-Şafak-Guneş-Mertalê Firatê…’ û hwd. gelek operasyonên eskerî pêk hatin. Lê tu operasyon negihîşt encama ku dixwest. Operasyona ‘Pençe’ jî hem li hundir û hem jî li derve pirsgirêkan giran û kûr dike û dê tu çareseriyê li pêş nexe. Ewqas operasyon hatin kirin, lê di encamê de tê xuyakirin ku li herêmê hevsengiya siyaseta bêkurd pêk nayê. Li başûrê Kurdistanê dewleta Federal hatiye avakirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî tê xwestin herêma federal ava bibe. Tê wê maneyê ku siyaseta leşkerî tu çareseriyê hilnaberîne.”    ‘DI PÊVAJOYEK AŞTÎ Û ÇARESERÎ TÊ NÎQAŞKIRIN DE OPERASYON BALKÊŞ E’    Partiyan daxuyand ku di serdemek ku piştî 4 salan li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin operasyona tê kirin gellek balkêş e û gotin: “Di serdemek pêvajoya aştî-çareseriyê tê nîqaşkirin, di operasyona eskerî dest pê kir de dide xuyakirin ku Tirkiye hêj siyaseta çareseriyê n adi siyaseta şer de israr dike. Bi vê operaysona ‘Pençe’ jî li şûna çareseriya siyaseta aştiyê hêj çareseriya eskerî tê ceribandin. Gelê kurd li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bûne mifteya siyasetê. Çareserî di rûniştina dîsa li ser maseyê bê rûniştinda derbas dibe.”